Îro 24.06.2023yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, kevirê bingehîn ê bendava Bastora danî û di merasimê de gotarek pêşkêş kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragehand: Kêfxweş im ku îro li vir bi we re me, ji bo danîna kevirê bingehîn ji Projeya Bendava Bastora re, ku bê guman dê sûdeke mezin ji xelkê vê herêmê re bîne. Ez pîrozbahiyê li kompaniya cîbicîkar dikim û hêvî dikim ku ev proje di dema xwe de û li gor pîvan û mercên ku berê hatine diyarkirin, were cîbicîkirin.
Barzanî diyar kir: Hêjayî pesindayînê ye ku ev bendav bi pisporî û kapasîteya herêmî hatiye çêkirin û bicihanîn. Ava vê çemê di bihar û zivistanê de ji ber berf û baranê pir e, lê havînê zuha dibe, lewra em di wê baweriyê de ne ku bi cîbicîkirina vê projeyê li vê deverê, em dikarin avê di hemû demsalên salê de geş bikin. Wek salên borî, Bastora bûye cihê geştyarî ji bo xelkê vê herêmê, em dikarin dîsa vejîna vê deverê pêş bixin da ku ji bo xelkê vê herêmê carek din bikêr be.
Herwaha diyar kir: Tişta sereke an jî yek ji sûdên ku em dikarin ji van bendavan werbigirin ev e ku ava ku em kom bikin ji bo mebestên vexwarinê, an jî ji bo çandiniyê, lê carinan bendavên mezin ji bo mebestên enerjiyê, ji bo mebestên çandiniyê, wekî ku min behs kir, ji bo mebestên geştiyariyê bi taybetî di vê de têne bikar anîn. Ev devere jî dikarin ji bendavên bi vî rengî gelek sûdê werbigirin.
Serokê Hikûmetê ragehand: Em dikarin bi avakirina bendavên waha alîkariya xelkê vê deverê bikin ku sûdê ji çavkaniyên masî werbigirin, di çarçoveya stratejî û plana hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo dabînkirina ewlekariya xwarinê, me biryar da ku em çend cure bendavên cuda li navçeyên Kurdistanê ava bikin. ev bendav li hemû parêzgeh û navçeyên din yên Kurdistanê, bi xweşî hatîne cîbicîkirin, hinek ji wan bendavan hatine cîbicîkirin, hinek ji wan hatine dîzaynkirin û plansazîkirin û dê di paşerojê de jî bên cîbicîkirin. Dema ku ev bendav temam bibin dikarin ji bo geşepêdana sektora çandiniyê sûd û girîngiyek mezin bibînin. Wek ku min behs kir hin ji van bendavên mezin jî dikarin enerjiyê hilberînin.
Mesrûr Barzanî got: Çêkirina van bendavan jî dê bandoreke mezin li ser geşepêdana aborî û aramiya aborî bike, ji ber ku av çavkaniyek aborî û niştimanî gelek girîng û binirx e û erkê me hemûyan e ku em dest bidin ber avê ji bo ragirtina avê û xesar nekin.
Herwaha got: Çêkirina van bendavan jî dê bandoreke mezin li ser geşepêdana sektora geştiyariyê bike, bi taybetî xelkê van deveran piştî ku bendav bi mebesta geşepêdana sektora geştiyariyê were çêkirin, dikarin li vir tiştên baş çêbikin.
Bendav dikarin bibin alîkarek baş ji bo ku em bikarin avê vegerînin, bi taybetî di demsalên ku av heye û di demsalên ku av tine be, em dikarin ava ku di van bendavan de hatî vegerandin ji bo armancên cûda bikar bînin.
Serokê Hikûmetê ragehand: Hin bendavên me yên mezin hene tenê sûda wan ne ji bo Kurdistanê ye, wek bendavên Dukan û Derbendîxan, ji ber sûda wan ji hemû navçeyên din ên Iraqê re hebûne, lewra em hêvî dikin ku hikûmeta federal alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bike ku van bendavên han sererast bikin, yan jî bendavên nû ava bikin û ev yek jî di bernameya me de heye.
Mesrûr Barzanî dawiyê de jî ragehand: Di dawiyê de ez careke din pîrozbahiyê li cîbicîkarên vê projeyê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim. Her wiha dikarim bibêjim ku hikûmet dê bi her awayî piştevaniya we bike da ku em li hemû cîhên din ên Kurdistanê jî projeyên bi vî rengî ava bikin.