Mesrûr Barzanî: Damezrandina Peymangeha Dahênan û Nûjengeriyê werçerxeke girîng e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh li bajarê Hewlêrê vekirina Peymangeha Dahênan û Nûjengeriyê ragihand.

15.11.2022, Sal - 04:30

Mesrûr Barzanî: Damezrandina Peymangeha Dahênan û Nûjengeriyê werçerxeke girîng e
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh li bajarê Hewlêrê vekirina Peymangeha Dahênan û Nûjengeriyê ragihand.

Peymangeha Dahênan û Nûjengeriyê ku fikra Mesrûr Barzanî ye û serokatiya borda peymangehê dike, ji bo piştevanî û pêkanîna derfetê ji wan kesan re ku xwedî fikr û dahêner in, bikarin dahênanên xwe bi rêya vê peymangehê derxin holê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de diyar kir: “Berî her tiştekî di gotara xwe de ez dixwazim amaje bi wê yekê bikim ku, îro 238emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmanî ya xoşewîst e û bi boneya vê rojê pîrozbahiyê li me hemûyan û xelkê Silêmaniyê û hemû Kurdistanê dikim. Pêgeha bajarê Silêmaniyê di dîroka xebat û tekoşîna gelê me de berçav e. Bajarê helmet û qurbanî û paytexta rewşenbîriya me ye û hêjayî xizmeta herî baş e. Hêvîdar im bi hevkariya dilsozên gelê me ve, nîgeraniyên xelkê vî bajarî em derbas bikin û dûr ji destwerdanên partî û takekesî, yasa serwer be û hemû astengan derbas bikin ku em bikarin ji aliyê îdarî û avadaniyê ve giringiyekî zêdetir bidin Silêmaniyê ku di asta pêgeha resen a wî bajarî de be. Careke din pîroz be li me hemûyan.’’

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez kêfxweş im ku îro li gel we beşdarî boneyeke wiha girîng de me, ku ew jî Enstutiya Dahênan û Nûjengeriya Kurdistanê ye ku wek 'KII' tê naskirin. Berhemên vê enstutiyê û destkeftên wê yek ji armancên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ji bo min bi xwe jî tiştekî gelek taybet e û berdewam hebûna navendeke wiha awat û daxwaza min bûye. Berdewam yek ji armancên min ên serekî jî dîtina rêyekî û derfetekî bûye ji bo xulqandin û behre û şiyanên welatiyên me, bi taybetî jî ji bo ciwanên me. Di hemû dîdar û gotûbêjên me de çi li gel ciwanên Kurdistanê be, yan welatiyên me bi giştî be, berdewam piştevaniya xwe me ji bo pêşxistina xulqandin û şiyanan tekez nîşan daye.”

Herwiha destnîşan kir: “Îro em radigihînin ku werçerxeke girîng e ji bo geşepêdan û geşepêdana civaka me, ew jî destbikarbûna navendekê ye ji bo pêşxistina şiyanan û behreyên ciwanan û pêşxistina aboriya me. Ev enstîtuya ku îro dest bi kar dibe, dibe cîhekî ku jiyanê bi fikirandin û dahênan dibexşe. Dahênan tê de pêş dikevin û zanist û zanîn tê de pêş dikeve û herwiha dahênan tê xelatkirin. KII dibe navendeke wisa ku ji berê de awat û daxwaza min bû li Kurdistanê û Kurdistan bibe niştimanekî pir zanist û zanyarî, cîhekî ku derfetên herî baş ji bo mirovê zîrek hebe. Ev saziya bi taybetî derfeteke zêrîn e li pêş ciwanên me, ku pêşiya wan vedike bo bingeheke ava bike û dabînkirina amûr û piştevaniya darayî ve hevkariya wan hizir û fikrên xulqandinê dike. Pêşwazî li her kesekî dike ku armanca wî dahênan be yan demên xwe bo lêkolîn û teknolojiyê cuda dike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 372 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:50:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x