Mesrûr Barzanî: Em tekeziyê li bihêzkirina hevahengiya di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî de dikin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd kir

08.08.2022, Pts - 11:22

Mesrûr Barzanî: Em tekeziyê li bihêzkirina hevahengiya di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî de dikin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera 46emîn a damezirandina Partiya Sosyalis Demokrat a Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî wê partiyê kir û ragihand, “Di vê bîranînê de, tekeziyê li bihêzkirin û pêşxistina zêdetir a hevahengiya di navbera partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî de dikin”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyî Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd kir û got: “Bi boneya 46emîn salvegera damezirandina Partiya Sosyalis Demokrat a Kurdistanê, germtirîn pîrozbahî arasteyî cenabê we, serkirdayetî, endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got jî: “Di vê bîranînê de, tekeziyê li bihêzkirin û pêşxistina zêdetir a hevahengiya di navbera partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî de dikin, bi arasteya berevanîkirina li destkeftên niştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 408 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:26:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x