Mesrûr Barzanî: Em û Elî Baqirî li ser baştirkirina pêwendiyan axivîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî li Hewlêrê hevdîtinek kir.

14.06.2024, Cum - 15:55

Mesrûr Barzanî: Em û Elî Baqirî li ser baştirkirina pêwendiyan axivîn
Nuçe Belav bike

Elî Baqirî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û gelek berpirsên din ve hat pêşwazîkirin.

Elî Baqirî destpêkê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinek kir.

Mesrûr Barzanî û Elî Baqirî piştre di konferanseke hevbeş de axivîn.

“Aramiya herêmê di berjewendiya hemû herêmê de ye”

Serokwezîr Barzanî amaje bi naveroka hevdîtinê kir û got:

“Me behsa rêyên baştirkiran û xurtkirina pêwendiyên aborî yên Îran, Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha me qala baştirkirina rewşa aramiya siyasî ya herêmê û alozî û pirsgirêkên li herêmê kir.

Em xwediyên heman fikirê bûn ku aramiya herêmê di berjewendiya her du aliyan û hemû herêmê de ye.”

“Dijmin naxwazin aramî hebe”

Elî Baqirî jî di axaftina xwe de bal kişand ser pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê û got:

“Bi Herêma Kurdistanê re dînekî me yê hevpar, dîrokeke me ya hevpar û çarenivîseke me ya hevpar heye.

Ev jî wiha dike ku em bi hev re bin. Vê bihevrebûnê hezek ava kiriye ku em karibin bi rêya vê hêzê li herêmê aramiyekê pêk bînin.

Çavên dijminan tim li ser vê hêzê ne çimkî ew naxwazin li Îran, Îraq û herêmê aramî hebe.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 391 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:12:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x