Mesrûr Barzanî: Em welatên cîran piştrast dikin ku Kurdistan cihê aramiyê, ne cihê metirsiyê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hêviya çareserkirina hemû nakokiyên di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de xwest û di heman demê de daxwaz jî ji civaka navdewletî kir ku hemû êrîşên li ser xaka Herêma Kurdistanê rawestînin.

23.11.2022, Çar - 14:49

Mesrûr Barzanî: Em welatên cîran piştrast dikin ku Kurdistan cihê aramiyê, ne cihê metirsiyê ye
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 23ê Mijdara 2022an di merasîma vekirina qonaxa duyem û sêyem a projeya rêya 150 metrî li Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û got ku hewlên wan ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û peydakirina têkiliyeke baş li gel hikûmeta federalî berdewam in û hêvî xwest ku hikûmeta Iraqê rêkeftina di navbera hêzên siyasî yên Iraqê de cîbicî bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadehiya şandên Herêmê ji bo serdana Bexdayê dubare kir û hêvî xwest ku çare ji hemû pirsgirêkan re bên dîtin. Amaje bi wê yekê jî kir jî, hevkarî û hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê bibe sedema têgihîştina zêdetir û aramiyê, ev jî di berjewendiya hemû Iraqiyan de ye.

Derbarê temamkirina rêya 150 metrî de jî Mesrûr Barzanî got, temamkirina vê projeyê xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybetî welatiyên ku ji parêzgehan din serdana Hewlêrê dikin.

Barzanî daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê kir ku di ajotinê de bilez nekin û ji bo parastina jiyana xwe û zarokên xwe, pabendî rênimayên Wezareta Navxwe û polîsên trafîkê bibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de got: “Mixabin me dît ku di dema borî de careke din Kurdistan hat bombebarankirin û em rastî çend êrîşên nerewa hatin. Hincetên curbicur hatine dîtin ku êrîşî ser xaka Herêma Kurdistanê bikin û serweriya xak û welatê me binpê bikin. Ev yek ti pirsgirêkekan çareser nake. Em hêvî dikin ku binpêkirinên wiha bi dawî bibin.”

Her wiha got: “Hevdîtinên me ligel Hikûmeta Federal a Iraqê berdewam in û careke din bang li Hikûmeta Federal a Iraqê, civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî dikin ku dawî li van êrişên nerewa bînin. Divê êrîşên li ser welatê me bi dawî bibin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir jî: “Em ê xizmetên xwe bidomînin û karnameya hikûmeta xwe bi cih bînin. Dubare em ji hemû welatên cîran re dilniya dikin ku Kurdistan cihê aramiyê ye û ne cihê metirsiyê e. Em naxwazin aramî û asayîşa ti welatekî têk biçe. Em hêvîdar in ku ew jî bi heman çavî li dostaniya Kurdistanê û gelê wê binêrin. Em bi her awayî, her destdirêjiyekê li ser xaka me şermezar dikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 237 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:29:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x