Di civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Konsulê nû yê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir ji ber destbikarbûna wî di erkê xwe yê nû de û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşdebirina peywendiyên xwe bi Amerîkayê re nîşan da.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi peywendiyên dîrokî û dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kir û spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo berdewamiya alîkarî û piştevaniya Amerîkayê dubare kir.
Konsulê giştî yê nû yê Amerîkayê amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên dualî û hevahengiyê nîşan da.
Girîngiya parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên ligel Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û rêkeftinan, mijareke sereke ya civînê bû.