Mesrûr Barzanî: PDKê herdem xwe ji bo xelkê Herêma Kurdistanê kiriye qurbanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî doh (Yekşem, 29.09.2024), di çarçoveya bangeşekirin û piştevanîkirina lîsta 190ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê de, bi pîşewer û kedkarên bajarê Hewlêrê re civiya.

30.09.2024, Pts - 10:15

Mesrûr Barzanî: PDKê herdem xwe ji bo xelkê Herêma Kurdistanê kiriye qurbanî
Nuçe Belav bike

 Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî doh, di çarçoveya bangeşekirin û piştevanîkirina lîsta 190ê ya Partiya Demokrata Kurdistanê de, bi pîşewer û kedkarên bajarê Hewlêrê re civiya.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ji pîşewer û kedkarên bajarê Hewlêrê re ragehand, “Hûn dikarin biryarder bin û biryarê li ser çawaniya desthilatdariya paşerojê ya Herêma Kurdistanê bidin. Rêya destnîşankirina desthilatdariyê dengdan e û hûn li ser sindoqên dengdanê biryarê didin ka kî li astê baweriya we ye.”

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Hemî alî dizanin dîroka PDKê çi ye û min rêz ji bo hemî aliyên siyasî jî heye. Ez dê hin rûdanana bînim bîra we ku dê bandor li ser wê yekê hebe ka hûn çawa biryarê didin, PDK her li roja yekê ku hatiye damezrandin ji bo xizmetkirina xelkê Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin.”

Navbirî tekez jî kir, “Sihwaneya PDKê berfireh e û cihê hemî kes û aliyan di bin ve heye. Her kesekê bawerî bi demokrasî, dadperwerî, seqamgirî û parastina kerameta axa Kurdistanê hebe, cihê wî dê li nav PDKê hebe.”

Cîgirê Serokê PDKê ron jî kir, “PDK ji bo hemî gelê me bûye bizaveke rizgarîxwaz, ku hemî Kurdistanî dikarin li jêr sihwaneya wê berdewamiyê bidin xebata xwe.”

Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Dengdan bi PDKê dengdan e bi ewlehî û seqamgirî û jiyarxweşî û avedaniya Kurdistanê.”

Navbirî herwesa ragehand, “Dema ku êrîşî Herêma Kurdistanê tê kirin, pêşenga bergirîkirina ji Herêma Kurdistanê herdem PDK bûye û her PDK dimîne jî. Her kesekê destdirêjiyê bike ser Herêma Kurdistanê, PDK dê li sengerê pêşiyê yê bergiriyê be û dê axa Herêma Kurdistanê biparêze.”

Cîgirê Serokê PDKê herwesa got, “Bila çi kesek bi dirûşman neyê xapandin, her kesek dikare bi dilê xwe dirûşman darêje û sozan jî bide. Em naxwazin sozan bidin, belkî ez dixwazim bînim bîra we ku PDKê çi carekê sozek nedaye ku bi cih neanîbe. Êdî ya ku PDK dibêje li paşerojê bi cih tîne, lewma hemî alî dikarin bawer ji PDKê bikin.”

Mesrûr Barzanî behs jî kir, “Partiya Demokrata Kurdistanê welatî kirine mîhwerê siyaseta xwe, xizmetkirina welatiyên Kurdistanê û parastina kerameta wan di mîhwerê siyaseta PDKê de ye, çi di dema şoreşgeriyê de çi jî di dema desthilatdariyê de. PDKê herdem bizav kiriye ku pênaseya neteweyî û niştîmanî ya Kurdistanê parastî be û welatiyên Kurdistanê bi serbilindî û bi keramet bijîn, û bi aneha Xudê li jêr sihwaneya Barzanî û PDKê roj bi roj Kurdistan ber bi pêşkeftin û avedaniyê ve diçe.”

Navbirî amaje da dirûşmê PDKê û got, “Aramî, avedanî, bihevrebûn û xweragirî. Ev dirûşm nûnerîtiya naxê PDKê, kiryarên PDKê, reftarên PDKê û dîroka PDKê dike. Herwesa ji wan sozên ku PDK ji bo paşerojê dide, PDK dixwaze Kurdistan Kurdistaneke aram û seqamgir be. PDK bi çi awayan naxwaze Kurdistan tûşî arêşeyan bibe.”

Cîgirê Serokê PDKê amaje jî da, “Xelkê Herêma Kurdistanê ji van hemî hevrikiyan westiyaye, ji vê neseqamgiriya ku li deverê heye westiyayî. PDK qet bi wê yekê re nîne ku girjî çê bibe, ne bi çi hêzeke navxweyî re, ne bi çi cîranekî re û ne jî bi çi hêzeke deverê re. PDK bi aramî û seqamgiriyê re ye, bi ewlehiya neteweyî û niştîmanî re ye. PDK dixwaze welatî bi piştrastî ber bi paşerojê ve pêngavan biavêjin û ji wê yekê piştrast bin ku ew û kesûkarên wan parastî ne. Herwesa avedanî pareke wan kiryaran e yên ku PDK herdem pê re bûye û pêngavên baş jî jê re avêtine.”

Mesrûr Barzanî ron jî kir, “PDKê bi aliyên din re kar kiriye û bawerî bi wê yekê jî heye ku dikarin pêkve karê baş bikin. Her kesekê bawerî bi berjewendiya giştî ya niştîmanê Kurdistanê heye, PDK amade ye destê dostîniyê jê re dirêj bike û pê re kar bike.”

Navbirî herwesa got, “Eger em berê xwe bidin rijên pêştir, ku çawa serederî bi Kurdistanê re kir, çar hezar û 500 gund wêran kirin, xelkê me enfal û kîmyabaran kir, lê nekarî îradeya gelê Kurdistanê bişkînin. PDKê rolê serekî hebû ku îradeya Kurdistanê li ser îradeya hemî dijmin û nehezan bi ser bikeve, avedankirina welatî piştî avedankirina îradeyê tê. PDK ew partî bû ku karî îradeyê li nav dilê kesên Kurdistanî çê bike ku xwe ji çi kesekê din kêmtir nebîne, ew tiştê ku ji bo xelkê din rewa ye ji bo me jî rewa ye, ew mafên ku hemî neteweyên din hene me jî heye, lê pêdivî ye em zêdetir bi hev re kar bikin û li ser wê yekê bifikirin ku çawa kesatiya Kurdistanî ava bikin, paşî li ser avedaniya welatê xwe bifikirin.”

Cîgirê Serokê PDKê li ser avedankirina Herêma Kurdistanê ragehand, “Pêngavên baş ji bo avedanî û pêşkeftina Herêma Kurdistanê hatine avêtin, mimkin e ev hemî xizmet di astê pêdivî de nebe, lê li beranberî derdorên me ew cihê ku PDK lê serdest e avedanî lê heye, ew cihê ku PDK ji bo ji niha û pê de lê serdest û desthilatdar dibe roj bi roj avedantir û pêşkeftîtir dibe.”

Mesrûr Barzanî di derheqa bihevrebûnê de jî tekez kir, “Em bi hev re bihêztir û bişiyantir in, em bi hev re dikarin me zêdetir destkeftî hebin. Hemî tex û çînên Kurdistanê mafekê wekhev heye, hemî ol û ayîn li Herêma Kurdistanê pêdivî ye li jêr sîbera desthilat û hukimraniya Kurdistanê bi awayekî dadperwerane bijîn. Ev bihevrebûn jî tiştek e ku PDK herdem şanaziyê pê dike, PDKê ji hemî aliyan zêdetir tekez li ser mafên pêkhate û dînan kiriye. Di demekê de ku bizav ji bo binpêkirina mafên Kiristiyan û Tirkmenan dihat kirin, PDKê berevanî jê dikir, ji bo ku hemî li Herêma Kurdistanê di mafan de wekhev bin.”

Herwesa got, “Mafê pêkhateyan e ku nûnerên xwe li Perlemanê bin, lê alî hebûye ku şanaziyê bi wê yekê dike ku mafên Tirkmen û Kiristiyanan binpê kirine. Em jî şanaziyê bi wê yekê dikin ku me nehêla ew pilan bi ser bikeve û me wesa kir ku hejmareke kursiyên kutayan ji bo pêkhateyan vegere. Li perlemana bê jî, em dê bizavê bikin ku hemî kesan li Herêma Kurdistanê nûnerên xwe hebin. Em dixwazin em û aliyên siyasî re bi hev bin ji ber ku em bi hev re dikarin bihêztir bin, em bi hev re dikarin me dengekê bihêztir hebe, em bi hev re dikarin bi Bexdayê, welatên cîran û cîhanê re zêdetir mafên xelkê xwe peyda bikin, lê  divê bi me re hevnerîn bin, divê em bi awayekî bifikirin ku berjewendiya bilind a gelê xwe bixin di ser berjewendiya partî û kesî de, nabe em xelkî gorî berjewendiyên kesî û partî bikin

Eşkere jî kir, “Nabe tenê ji bo ku em berjewendiya xwe biparêzin, em xelkî gorî xwe bikin. An jî ji bo ku me destkeftiyekê kitekesî hebe, em bi aliyê nehez re li hev bikin. PDK yek rojê jî amade nîne xelkî gorî xwe bike, belkî her car PDKê xwe gorî xelkê Herêma Kurdistanê kiriye û ji niha û pê de jî her bi vî awayî berdewam dibe. Gaziya me ji bo hemî xelkê Kurdistanê û aliya new e ku destê xwe bikin di destê me de û em bi hev re bergiriyê ji mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê bikin. Bila em bi hev re bizavê ji bo bidestxistina wan mafan bikin ên ku wekî netewe û niştîman heta niha me nekariye bi dest bixin. Deriyê me vekirî ye, ji bo her kesekî ku bixwaze destê dostîniyê ji me re dirêj bike. Ez ji xelkê Kurdistanê dixwazim ku her kesekê li ser rêya rast be pişta wî bigirin, her kesekê li ser rêya rast nîne jî sinorekî jê re danin û jê re bibêjin: Bes e, em êdî qet amade nînin ku berjewendiyên me pêxemetî kitekes û partiyan bên binpêkirin. Di van hilbijartinan de, hûn wê biryarê didin. Eger hûn temaşeyî cudahiya dirûşman bikin, hûn dê bizanim kî bi kêjan arasteyê kar dike û kî dixwaze xelkî gorî berjewendiyên xwe bike.”

Ron jî kir, “Dema PDK daxwaza avedanî, pêşkeftin, ewlehî û aramiyê dike, em dibînin ku li bernaberî wê xelkê din daxwaza wêrankarî û têkdana rewşa Herêma Kurdistanê dike. Ew kesê ku dikare nûnerîtiya welatiyan bike her ew kes e yên ku divê baweriya welatiyan bi dest bixe. Ez hêvîdar im ku temaşeyî dîroka PDKê bê kirin ku çawa her sozeke daye bi cih aniye, û kê jî tenê dirûşmek hilgirtiye û piştî hilbijartinan jî diyar nebye ka li ku bûye. Berî çend salan ku DAIŞê êrîş kir ser Herêma Kurdistanê, kî li sengerê pêşiyê yê bergiriyê bû? Kî bû ku axa Herêma Kurdistanê parast? Nabe aliyekî ku bi jiyana xwe sengerên Pêşmergeyan nedîtibin bê û bibe nûnerê xelkê Herêma Kurdistanê. Gotinên erzan baweriyê peyda nakin, ji kerema Xudê me hind kiryar hene ku em pê serbilind in ku em bibêjin me çi kiriye û ji niha pê de baştir jî dikin.”

Di derheqa sîstema desthilatdariyê de jî ron kir, “Em naxwazin xelk ji me bitirse û em naxwazin sîstemeke desthilatdariyê damezrînin ku xelkî bitirsîne, tepeser bike, seraneyan jê bistîne û bi şevê bi ser malên wan de bigire, wesa li wan bike ku bidestî desthilateke xwesepîn bin.”

Herwesa got, “Em dixwazin hûn ji me hez bikin û piştrast bin ku em di xizmeta we de ne. em dixwazin hûn ji me hez bikin ku em xizmetkarên we ne ne ku hakim û hikûmetên we ne.”

Eşkere jî kir, “ew kesên ku dixwazin bi tirsandinê, şkandinê, gotinên şaş, bêbextî û tometan tiştan ferz bikin diyar in ka kî ne, lê hûn çavvekirî ne û gelek baş dizanin ka kî bi wê peymanê re rastgo ye ya hilgirtiye û kî dikare ji bo ji niha û pê de jî baweriya we bi dest xwe bixe. Hûn ên pîşekar û kedkar li ser çi kesekî nebûn bargiranî, we ji hemî aliyan ve barê vî welatî sivik kiriye, we gelek derfetên karî peyda kirine û welatiyan feyde ji we wergirtiye. Herwesa erkê desthilatê ye jî ku hêsankariyan ji we re bike. Me biryarek derxist ku 75% ya destê karî li Herêma Kurdistanê navxweyî be, ji ber ku Kurdistan welatekî dewlemend e û gelek çavkaniyên xwezayî hene. Gelek derfetên karî li Kurdistanê hene, lê hin aliyan bizav kiriye xelk têkdanê bike û bibêjin ku li Kurdistanê çi derfeteke karî ji bo welatiyan nîne, xasma ciwanên me xapandine ku berê xwe bidin xerîbiya. Mixabin gelek ji wan di vê rêyê de mirin. Rast e ku li Herêma Kurdistanê kêmasî hene, lê sedem jî ji bo van kêmasiyan hene. yek ji wan sedeman ew e ku ew aliyên piştevaniya ciwanan dikin ku ji welatî derbikevin û kar nekin, her ew alî bûn ku alî bûn ên ku rê neda em Kurdistanê ber bi wê qonaxê ve bibin ku li astê daxwaza hemî xelkê Kurdistanê be.”

Herwesa got, “Ew alî rêgir bûn û pilan danan ku Herêma Kurdistanê seqamgir nebe û nekare mûçeyên xelkî di dema pêdivî deprave bike, her ew in jî ku wê pirsê li dijî hikûmetê û desthilatê bi kar tînin. Ew alî dixwazin desthilateke biyanî bê Herêma Kurdistanê û li dijî desthilata xwemalî ne. em dixwazin zêdetirîn derfetên karî ji bo xelkê Herêma Kurdistanê peyda bikin û em dixwazin ciwanên me li welatê xwe bimînin. Derfetên karî jî eger nebin, çima gelek xelkê biyanî ji bo karî hatiye Herêma Kurdistanê? Divê ema made bin ku hemî karan bikin, ji bo ku em bikarin Kurdistanê ber bi pêş ve bibin. Ew erkê we ye ku alîkariya me bikin û em jî hêsankariyan ji we re bikin.”

Hêvî jî xwast, “Ew karên baş ên ku hikûmetê kirine, li ber çavên welatiyan bin. Ên ku nekirine jî, welatî bînin bira hikûmetê û bibêjin: ev kar nehatine kirin û pêdivî ye bên kirin. Nabe ku em bibêjin hemî xirab e û nabe ku em bibêjin hemî baş e jî.”

Amaje jî da, “Em dixwazin ji welatiyan re bibêjin tu serwerî ne hikûmet, hûn hakim in ne hikûmet. Bi deng û piştevaniya welatiyan nebe, hikûmet dê bikeve. Ew kesê bixwaze li ser desthilatê bimîne, divê razemendî û baweriya welatiyan bi dest bixe. Em dixwazin welatî ji me razî bin, lê divê ji me re bibêjin ka em çi bikin ku zêdetir ji me razî bin. Divê hûn nêzîkî hikûmetê bin ji ber ku hikûmet parek ji we ye.”

Herwesa got, “Nehez rêgiriyê dikin ku hikûmet bikare hemî tiştan bike, givaştineke aborî ya zêde xistiye ser Herêma Kurdistanê ji bo ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekare berdewam be û li ser pêyên xwe raweste.”

Tekez jî kir, “Di cihê xwe de ye ku dîsa bibêjim spas ji bo xelkê Herêma Kurdistanê, spas ji bo xweragiriya xelkê Herêma Kurdistanê, ku kariye bi awayekî xweragirane rûbirûyî hemî asteng û qebxwaziyan bibin û nehêlin pilanên nehezan bi ser bikevin û wesa kir ku Kurdistan bi serbilindî ji vê qonaxê derbaz bibe.”

Herwesa ragehand, “Me qanûna gerentiya civakî li Herêma Kurdistanê dana, ji bo ku hemî kedkar û karmend li kertê taybet bên gerentîkirin û mafên wan nesojin û xanenişînî jê re bê birîn. Ev qonaxeke gelek giring e, me wesa kir ku Herêma Kurdistanê bixin ser rêyeke rast û durist. Ji bo mînak, di dema borî de endazyarek amade bû li kertê giştî hatibam damezrandin, eger mûçeyê wî kêm jî ba, tenê ji bo wê yekê ku di jiyê xanenişîniyê de xanenişîn bûba û mûçeyek jê re hatibam birîn, lê bi vê qanûnê niha li kertê taybet jî mûçeyê xanenişîniyê ji bo welatiyan tê birîn.”

Amaje jî da, “Em dê wesa bikin ku li paşerojê welatî neçar nebin li kertê giştî bên damezrandin, belkî em dê wesa bikin ku bi heza xwe li wê dera dixwaze li kertê taybet kar bike û mafê wî jî nasoje û tê gerentîkirin. Herwesa em dê hind derfetên karî jî li Herêma Kurdistanê peyda bikin û em dê wesa bikin ku welatî bi xwe biryarê bide ka kertê hikûmî ji bo karkirinê dixwaze an kertê taybet.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:35:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x