Mesrûr Barzanî: Piştî projeya 'Hejmara Min' gavên din jî di rê de ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana Nexweşxaneya Jinan û Jidayikbûnê ya Fêrkarî li Hewlêrê de ragihand, “Piştî projeya Hejmara Min, gavên din jî di rê de ne.”

07.03.2023, Sal - 11:12

Mesrûr Barzanî: Piştî projeya 'Hejmara Min' gavên din jî di rê de ne
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe de gotarek pêşkêş kir û got: “Ez gelek keyfxweş im ku îro seredana Nexweşxaneya Jidayikbûnê ya Hewlêrê dikim. Min ev cih hilbijart, ji bo ku karmendên nexweşxaneyê di projeya (Hejmara Min) de beşdar bin. Berê jî me ragihandibû ku projeya Hejmara Min li vir dest pê dike, lê em hêvîdar in di heyama du salan de hemû mûçexwar û karmendên hikûmetê bikarin ji vê projeyê sûdmend bin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, “Ev sîstem bi salan e li gelek welatên pêşketî heye, lê mixabin jêrxana aborî li Herêmê nebû, ji ber wê me hest bi wê yekê kir ku pêwîst e em vê jêrxanê ava bikin. Bê guman, gavên din jî di rê de ne, ku ew jî dê xizmetên zûtir û hêsantir pêşkêş bikin. Ez hêvî dikim ku em bi sektora taybet re kar bikin ku ev xizmet bibe xizmetek giştgît.”

Bal kişande ser wê yekê jî: “Bikaranîna vê kertê ne tenê ji bo kişandina mûçeyan e, belkî li cihên din jî hûn dikarin karê xwe pê bikin, ji ber wê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê amêra xwendina kartan li seranserê Herêma Kurdistanê dabîn dike.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya her du bankan ART û Jîhan Bank kir ku amadekariya wan di vê projeyê de hebû û da zanîn ku ev proje ji bo bankên din ên Herêma Kurdistanê vekirî ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Min bi Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê re axiviye, wan jî piştevaniya xwe bo vê projeyê nîşan daye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku “Hejmara Min” yek ji destpêşxeriyên demdirêj ên Kabîneya Nehem e ji bo dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û zêdekirina xweşguzeraniya welatiyan û hêsankariyê ji bo bazirganiyê li Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:24:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x