Mesrûr Barzanî û Serokkomara Macaristanê rewşa Kirîstiyan û pêkhateyan gotûbêj kirin

Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokkomara Macaristanê dest pê kir ku tê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Macaristanê de, rewşa Kirîstiyanan û pêkhateyên din ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.

10.12.2022, Cts - 08:01

Mesrûr Barzanî û Serokkomara Macaristanê rewşa Kirîstiyan û pêkhateyan gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê 10ê Berfanbara 2022an bi Serokkomara Macaristanê Katalin Novak re civiya. Di hevdîtinê de peywendiyên dualî, şerê li dijî DAIŞê û rewşa Kirîstiyanan û pêkhateyên din ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê dê hatin nirxandin.

Biryar e îro Mesrûr Barzanî û Katalin Novak serdana Enkawayê bikin û dibistaneke ku bi budceya Hikûmeta Macaristanê hatiye avakirin vekin.

Serokkomara Macaristanê Katalin Novak roja Înê 9ê Berfanbara 2022an bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê di merasimeke taybet de ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Li ser civînê Serokatiya Herêma Kurdistanê got, “Peywendiyên Macaristanê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û guftûgoya çareserkirina pirsgirêkan, şerê li dijî terorê û metirsiya DAIŞê, rewşa penaberan û pêkhateyên li Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomara Macaristanê teqezî li ser daxwaza xwe ya dualî ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Macaristanê de kirin.

Ji Tebaxa 2014an ve şêwirmendên Macaristanê ji bo alîkariya Wezareta Pêşmerge li Herêma Kurdistanê ne. Macaristanê di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya leşkerî û şêwirmendiyê pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 522 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:31:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x