Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî xaniyek diyarî malbata xwendekar Hinar Taha Nûrî ya ku pileya yekem di beşa wêjeyê de li qezaya Çemçemalê bidest xistiye, kir.
Wezîrê Perwerde da zanîn jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ew raspardiye ku serdana wê xwendekarê û malbata we li qezaya Çemçemalê kiriye.
Her wiha Alan Heme Seîd got, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê xelatan pêşkêşî hemû xwendekarên yekem bike.
Duhî 3ê Hezîranê encamên ezmûnên giştî yên pola 12 ya amadehiyê li Herêma Kurdistanê hatibûn ragihandin.