Navên endamên polîtburoya PDKê diyar bûn

Di civîna îro ya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de endamên polîtburoya partiyê hatin hilbijartin.

12.11.2022, Cts - 11:24

Navên endamên polîtburoya PDKê diyar bûn
Nuçe Belav bike

Di civîna îro ya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de endamên polîtburoya partiyê hatin hilbijartin.

Endamên polîtburoya PDKê yên ku hatine hilbijartin ev in:

Fazil Mîranî, Fuad Husên, Hoşyar Zêbarî, Azad Berwarî, Mehmûd Mihemed, Rêbwar Yellda, Kemal Kerkûkî, Zeîm Elî, Sîdad Barzanî, Hêmin Hewramî, Piştîwan sadq, Hîwa Ehmed Mistefa, Serbest Lezgîn, Zagros Fetah, Newzad Hadî, Amîne Zîkrî, Elî Husên

Piştî 12 salan, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) roja 03.11.2022an de 14emîn kongreya xwe bi beşdariya zêdetirî 1000 endaman li bajarê Duhokê lidar xist. Di kongreyê de Serok Barzanî wek serok, Nêçîrvan Barzanî wek cîgirê yekem û Mesrûr Barzanî wek cîgirê duyem hatin hilbijartin.

Piştre endamên Komîteya Navendî ya PDKê hatin hilbijartin. Di hilbijartinê de 51 kes endamên komîteya navendî û 9 jî yêdek hatin bilbijartin. Her çiqas 4 Kurdên Êzdî xwe kiribûn berbijêr jî lê ti kes ji wan nehatin hilbijartin. Ji ber vê yekê piştî hilbijartina endamên komîteya navendî, Serok Barzanî daxwaz kiribû ku Kurdekî Êzdî bibe endamê komîteya navendî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:14:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x