Naveroka Civîna Komîteya Navendî ya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî hat aşkerekirin

Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî civiya û derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir.

13.07.2023, Per - 06:01

Naveroka Civîna Komîteya Navendî ya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî hat aşkerekirin
Nuçe Belav bike

Daxuyaniya civîna Komîteya Navendî ya PDKê:

Bi serperiştiya Cenabê Serok, Komîteya Navendî ya partiya me îro çarşemê 12/7/2023an bi amadebûna Cîgirê Serok û endamên Komîteya Navendî û endamên yedeg û berpirsên liqên partiya me civîna xwe ya berfireh encam dan.

Piştî gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan li ser mijarên girîng û bi bandor ên li cîhan û navçeyê bi giştî û Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî, ev mijarên li jêr hatin nîqaşkirin û ji bo wan mijarên ku pêwîst bû, biryar dan:

Mijara yekem: Rewşa giştî ya navdewletî, bûyerên niha yên cîhanê bi şer û hevpeymanî, guherîna hevkêşeyên siyasî û leşkerî û bandorên qeyranan ku li ser hemû dewletan heye û siyaset û bernameyên Amerîkayê li Rojhilata Navîn bi awayekî giştî bûye sedema nîgeraniya hevpeymanan. Beşek ji wan encaman rasterast, hinek jî nerasterast bandora wan li ser Herêma Kurdistanê heye.

Mijara duyem: Rewşa Herêmî, li ser pêwendiyên me yên ligel welatên cîran gotûbêj hat kirin, wek pêwîst hat dîtin ku rêz li serweriya welatan were girtin û parastina ewlehiya wan bi girîng tê dîtin, nabe ji Herêmê ve gef arasteyî wan welatan were kirin û divê ber

jewendiyên me yên hevbeş ên ligel wan welatan di warê siyasî û ewlehî û aboriyê de li ber çavan were girtin û were parastin.

Mijara sêyem: Rewşa Iraqê, babeta hevpeymaniya îdareya dewletê hat axaftin, bi taybetî ew paşekêşiya li hember pêkhateyên nav hevpeymaniyê tê hîskirin û cîbicînekirina madeyên wê rêkeftin û hevpeymaniyê ku hikûmet li ser wê hatiye avakirin cihê nîgeraniya cidî ye û encamên serederiya bi vî rengî ligel hevpeymaniyê, ziyana wê ji hemû hikumraniya Iraqê re dibe, lê belê tevî vê paşekêşiya beşeke aliyan ku rûdaye, em piştgiriya Serokwezîrê Hikûmeta Federal dikin û em hêvîdar in bi ser astengî û rêgiriyan de serkeftî bibe di cîbicîkirina karnameya kabîneya xwe ku rêkeftin li ser wê hatiye kirin.

Mijara çarem: Civînê piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare kir û pêngavên wê yên ji bo çareseriya kêşe û giriftên ligel Hikûmeta Federal bilind nirxand û herwiha hewlên wan di çaresekirina mijara budce û dabînkirina mûçe û debara jiyanê û ewlehiya welatiyên Herêma Kurdistanê wek pesend zanî.

Mijara pêncem: Mijara rewşa navxwe ya Herêmê, hilbijartin û helwesta partiya me li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û wan pêngavên ku heta niha hatine avêtin li Serokatiya Herêmê û civîn ligel Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, herwiha pêngavên partiya me ji bo asayîkirina rewşa Herêmê û pêkanîna keş û hewayeke libar ji bo encamdana hilbijartinan, ji bo vê mebestê jî zêdetir rêkxistina pêwendiyan di navbera aliyên beşdar ên di proseya siyasî de û rêkeftina li ser rêkarên yasayî. Ji bo vê yekê jî em berdewam dibin di civînên xwe de ligel aliyan û hewl didin astengî û kêşeyan çareser bikin û îdareya rewşê bikin bi awayekî ku cudahî rêgir nebin li ber proseya hilbijartinan û siyasî.

Mijara şeşem: Rewşa navxwe ya partiya me, bi awayekî zelal behsa şêwaza karkirina organan û karkirina hevalên berpirs û kadroyan di vê qonaxê de hat kirin, bi taybetî girîndan û pabendiya program û peyrewa navxwe, herwiha girîngîdan bi mijara jin û ciwan û kesûkarên şehîdan û pêşmergeyan di ewlewiyeta karan de be. Herwiha li ser wan êrîşên bi ser PDKê de têne kirin, divê hewlên me di asta dîrok û mezinahiya Rêbaza Barzanî de bin û di astekê de bin ku aştiya civakî û prensîbên ragihandinê li ber çavan were girtin.

Ji aliyekî din ve tekezî li pêwendiya endam û kadroyên me ligel cemawer hatiye kirin ji bo bihêzkirina hizra netewî û niştimanî, herwiha handana hevalên me ji bo rûbirûbûna hinek diyardeyan ku rewşa civakî û malbatî têk didin, wek madeyên hişber. Di dawiyê de tekezî li peyrewkirina rênimayan hat kirin.

Civîna Berfireh a Komîteya Navendî

Partiya Demokrat a Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x