Nêçîrvan Barzanî: Civîna me bi YNKyê re baş bû

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand ku civîna wan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) baş bû.

08.11.2023, Çar - 07:43

Nêçîrvan Barzanî: Civîna me bi YNKyê re baş bû
Nuçe Belav bike

Rêvebirên bilind ên PDKyê û YNKyê duh li Hewlêrê civiyan û civînê 4 saetan berdewam kir.

Di rojeva civînê de şerê li Xezeyê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û PDK-YNKyê hebû.

Cîgirê Serokê PDKyê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civînê ji rojnamegeran re aixivî û ragihand, wan civîneke baş bi YNKyê re kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo bigihin hevtêgihîştineke hevpar û çareserkirina astengiyan civînên her du aliyan dê berdewam bin.

“Hilbijartin dê dema xwe de bên kirin”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku roja hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin û hêvî xwest ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.

Ji destpêka şerê navbera Îsraîl û Hemasê ve, grûpên çekdar hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê û Îraqê dikin armanc.

Şeva borî li nêzîkî firokexaneya Hewlêrê êrişeke bi dronan li ser hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê behsa bi êrişên grûpên çekdar ên li dijî hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê jî kir û got:

“Pirsa ewlehî û êrişan mijara herî girîng û hestiyar e. Ew êrîşên ku tên kirin xirab in û divê rê li ber wan bê girtin.”

“Divê Îraq rê li ber êrîşan bigire”

Nêçîrvan got, “Ev rûdaneke pir xeter e. Divê Serokwezîrê Îraqê rê nede van koman ku li Herêma Kurdistanê û Îraqê pirsgirêkan çêkin.

Daxwaza Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji Serokwezîrê Îraqê ew e ku rê nede ev hêzên neyasayî li Îraq û Herêma Kurdistanê pirsgirêkan çêkin. Ev kiryar bi kêrî Îraqê nayê, ev êriş ne rast in. Eger Îraq jî bikeve nav şer û pevçûnan dê bi wê yekê tiştekê bi dest nexe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 333 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:48:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x