Nêçîrvan Barzanî roja ziman û çanda Tirkmenan pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja ziman û çanda Tirkmenan pîroz kir.

17.11.2023, Cum - 10:09

Nêçîrvan Barzanî roja ziman û çanda Tirkmenan pîroz kir
Nuçe Belav bike

Parlamentoya Kurdistanê 25ê Kanûna Pêşîna 2019an biryar da ku 17ê Çiriya Paşînê wekî “roja ziman û çanda Tirkmenan” were naskirin.

Parlamentoya Kurdistanê heman rojê biryar da ku 25ê Sibatê jî wekî “roja rojnamegeriya Tirkmenan” were naskirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi rêya hesabê xwe yê Xê roja ziman û çanda Tirkmenan pîroz kir.

“Herêma Kurdistanê dê heta hetayê bibe warê bihevrejiyanê”

Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe bal kişand ser çanda bihevrejiyanê ya li Herêma Kurdistanê û got:

“Ez roja ziman û çanda Tirkmenan a hemû xwişk û birayên xwe yên Tirkmen ên li Herêma Kurdistanê pîroz dikim.

Em piştgiriya xwe ya ji bo mafên Tirkmen û tevên pêkhateyên dînî û neteweyî yên Kurdistanê dupat dikin.

Em her kesî piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê heta hetayê ji bo her kesî bibe warê bihevrejiyanê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 278 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:45:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x