Nêçîrvan Barzanî û Stephen Hitchen li ser hilbijartinan axivîn

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê axivîn.

26.02.2024, Pts - 06:31

Nêçîrvan Barzanî û Stephen Hitchen li ser hilbijartinan axivîn
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen li Hewlêrê hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di hevdîtinê de “hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê” û “pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê” hatine nirxandin.

Herwiha mijarên wekî “rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, rûdanên dawiyê yên li herêmê û encamên şerê li Xezeyê” hatinê gotûbêjkirin.

Her du aliyan destnîşan kir, “Parastina ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê girîng e û divê Îraq xwe ji şer û aloziyên li herêmê dûr bixe.”

Li hêla din, “bipêşvebirina pêwendiyên Brîtanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re” mijareke din a vê civînê bû.

Li aliyê din, Dadgeha Federal ya Îraqê 21ê vê mehê biryar da ku kotaya 11 kursiyên ku li Parlamentoya Kurdistanê ji bo Tirkmen (5 kursî), Xirîstiyan (5 kursî) û Ermenan (kursiyek) hatine veqetandin, “ne destûrî” ye.

Bi vê biryarê re Hejmara parlamenterên Parlamentoya Kurdistanê ji 111an daket 100î.

Li gorî vê biryarê, dê li parêzgeha Silêmaniyê 39 kursî, li parêzgeha Hewlêrê 35 kursî, li parêzgeha Dihokê 24 kursî û li parêzgeha Helebceyê jî 2 kursî hebin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:36:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x