Nêçîrvan Barzanî bi Papa re çi axivî?

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya Ewropayê de, bi Papayê Vatîkanê Papa Francesco re hevdîtinek kir. Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên naveroka hevdîtina Barzanî û Papa eşkere kir.

13.01.2018, Cts - 08:09

Nêçîrvan Barzanî bi Papa re çi axivî?
Nuçe Belav bike

Fûad Hisên li ser hevdîtina Papa û Nêçîrvan Barzanî ragihand, di hevdîtinê de behsa pêwendiya navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê, şer û qurbandîdana pêşmergeyan li dijî DAIŞê, rewşa koçber û penaberan û bi taybet jî rewşa koçberên Krîstiyanan hatiye kirin.

Hisên di beyanata xwe ya bo televizyona Rûdawê de, da xuyaririn ku Papa li ser mijarên hatine rêzkirin çend pirs ji Serokwezîr kirin û Nêçîrvan Barzanî jî bersiva wan pirsan daye Papa.

Hat diyarkirin ku Papa dikare ji bo çareserkirina arîşeyên navbera Iraq û Kurdistanê jî roleke mezin bilîze.

Di derbarê serdanên serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo welatên Ewropayê de jî Fuad Hisên got, "Bexda siyaseta dûrxistin û veqetandina Herêma Kurdistanê ji civaka cîhanî dike, lê belê di vê siyasetê de dê şikestinê bîne."

Şandeya Herêma Kurdistanê ya bi seroktiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî 11ê Çile roja Pêncşemê gihîştibû Vatîkanê.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Îtalyayê Rêzan Qadir derbarê serdanê û hevdîtinên şandeyê de ragihandibû ku "Papayê Vatîkanê pir giringiyê dide peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 784 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:46:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x