Nêçîrvan Barzanî: Divê pêkhateyên Iraqê di rêvebirina welat de beşdar bibin

Serokê Herêma Kurdistanê îro pêşwaziya şandeke Koleja Berevaniya Niştimanî ya ser bi Zanîngeha Bilind a Leşekrî ya Iraqê kir û ragihand, piştî 20 salan ji azadiya Iraqê, divê Iraq “gavên baştir ber bi paşerojê ve bavêje û hemû pêkhateyên Iraqê bi hev re di rêvebirin û avakirina welat de parve bikin û beşdar bibin.”

07.05.2023, Paz - 19:20

Nêçîrvan Barzanî: Divê pêkhateyên Iraqê di rêvebirina welat de beşdar bibin
Nuçe Belav bike

Li gor Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro Yekşemê 7ê Gulana 2023an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya şandeke Koleja Berevaniya Niştimanî ya ser bi Zanîngeha Bilind a Leşekrî ya Iraqê kir, ku saziyeke zanistî û perwerdehî û rahênanê ya ser bi Wezareta Berevaniya Iraqê ve ye û xwendekarên wê piledarên leşkerî, berpirs, şêwirmend û rêvebirên wezaret û saziyên hikûmetê ne û di warê berevaniyê û rêvebirinê de lîsansê distînin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de tê gotin, Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera sazî û dezgehên warê berevanî û leşkerî û hemû warên din li tevahiya Iraqê û Herêma Kurdistanê kir û pêşxistina wan waran wek karekî “giring” bi nav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha “bernameya xwendinê ya zanîngehê û beş û fakulteyên wê li ser prensîpên niştimanî û zanistî wek pêwîst û erênî nirxand.”

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku 20 salan piştî azadiya Iraqê, “divê em sûdê ji xeletiyên berê werbigirin, bi nêrîneke zelel û bernameyeke hevbeş, gavên baştir ber bi paşerojê ve bavêjin û hemû pêkhateyên Iraqê bi hev re di rêvebirin û avakirina welat de beşdar bibin.”

Li gor daxuyaniyê, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe bi serdana xwe û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya rol, gotar û nêrîna niştimanî ya Serokê Herêma Kurdistanê li ser asta Iraqê bi giştî kir.

Di civînê de herwiha li ser mijarên ewlehî û leşkerî jî gotûbêj hatin kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 225 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:54:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x