Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya wê spasiya Almanyayê kir

12.12.2024, Per - 14:45

Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya wê spasiya Almanyayê kir
Nuçe Belav bike

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius hat Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Pêşmergeyan û Balyozê Almanyayê yê Îraqê jî di civînê de cihê xwe girt.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya ku di hemû biwaran de dide Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Almanyayê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, di civê de mijarên wekî “rûdanên li Sûriyeyê, bandora van rûdanan a li ser hêzên Koalîsyonê, rewşa Îraqê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, hêwlên ji bo avakirina hikûmeta nû û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê” hatine nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî û Boris Pistorius nêrînên xwe yên li ser pêwendiyên Almanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re jî anîne zimên.

Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya ku dema şerê DAIŞê daye Îraq û Herêma Kurdistanê pesnê rola Almanyayê daye.

Serokê Herêma Kurdistanê rola erênî ya Almanyayê ya ji bo yekkirina Pêşmergeyan bi bîr anî û piştgiriya ku Almanya dide kêmîneyan û bi taybetî jî dide Êzidiyan bilind nirxand.

Boris Pistorius jî da zanîn ku dê alîkarî û piştgiriya ku Almanya dide Îraq û Herêma Kurdistanê di hemû qadan de berdewam bike.

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê kêfxweşiya xwe ya ji bo hebûna hêzên xwe yên li Îraq û Almanyayê nîşan da û diyar kir ku dê hêzên wan peywira xwe bidomînin.

Divê were gotin ku 500 leşkerên Almanyayê li Îraq û Herêma Kurdistanê ne û Almanya di têkoşîna bi DAIŞê re xwediyê roleke girîng e.

Almanya di mijara reformên Pêşmergeyan û yekkirina hêzên Pêşmergeyan de jî xwedîrol e.

Almanyayê dema şerê DAIŞê li Hewlêrê ji bo Pêşmergeyan nexweşxaneyek ava kir û da ku Pêşmergeyên birîndar werin dermankirin.

Her wiha hinek çekên giran jî dan Pêşmergeyan da ku di şerê DAIŞê de bi kar bînin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 94 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:31:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x