Nêçîrvan Barzanî: Me Şêwirmendê Almanyayê vexwende Herêma Kurdistanê û Iraqê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz civiya û di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de behsa naveroka civînan û serdana xwe ya bo Almanyayê ki

27.06.2023, Sal - 06:53

Nêçîrvan Barzanî: Me Şêwirmendê Almanyayê vexwende Herêma Kurdistanê û Iraqê
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz civiya û di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de behsa naveroka civînan û serdana xwe ya bo Almanyayê kir û ragihand, Şêwirmendê Almanyayê vexwendiye Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Roja 26ê Hezîrana 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz li Berlînê civiyan û Nêçîrvan Barzanî ragihand, serdana wan a Almanyayê li ser daxwaza Şêwirmendê Almanyayê bûye û hevdîtinên wan ên baş hebûne û behsa pêwendiyên Almanya yên ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê û mijarên girîng ên hevbeş kirine.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Berlîn girîngiyê dide pêşveçûna pêwendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û diyar kir ku di hevdîtinê de behsa çawaniya pêşvebirina pêwendiyên siyasî û bazirganî yên navbera herdu aliyan kirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir, wan Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz vexwendiye Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir, di hevdîtinê de behsa metirsiyên DAIŞê yên li Iraqê kirine û tekezî li ser wê yekê jî kirine ku hîn jî pêwîstiya Iraqê bi piştevaniya navdewletî heye ji bo rûbirûbûna DAIŞê û di wê çarçoveyê de jî Almanyayê mana hêzên xwe li Iraqê dirêj kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:44:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x