Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwaziya Konsulê Giştî yê Nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu kir. Zêdebarî bixêrhatin û pîrozkirina destpêkirina karî wekî konsulê nû yê welatê wî, Nêçîrvan Barzanî hemî pişgiriya xwe ji bo biserxistina erkê wî diyar kir.
Konsulê Giştî yê Nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî ji aliyê xwe ve dilxweşiya xwe ji bo destpêkirina karê xwe yê nû diyar kir û herwesa hêvî kir ku di çarçoveya erkê xwe de bikare peywendiyên her du aliyan zêdetir pêş bixe.
Rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê û deverê bi awayekî giştî jî herwesa mijarên tewerekî din ê wî hevdîtinê bûn.
Erman Topçu li roja 27.05.2024ê wekî Konsulê Giştî yê Nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê li cihê Mevlud Yakut dest bi karî kir.