Nêçîrvan Barzanî û şandeke Romanyayê tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî dikin

Serokê Herêma Kurdistanê îro pêncşemê 28.09.2023ê li Hewlêrê, pêşwaziya şandeke Senatoya Romanyayê ya bi Serokatiya Senator Titus Corlatean Serokê Komîteya Siyaseta Derve ya Senatoya Romanyayê kir.

28.09.2023, Per - 11:59

Nêçîrvan Barzanî û şandeke Romanyayê tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî dikin
Nuçe Belav bike

Şandeya Romanyayî ji hejmareke Senatoyan, Balyozê Romanyayê li Iraqê û diplomatkar û berpisê nivîsîngeha Konsulxaneya wî welatî ya li Hewlêrê pêk hatibû.

Li gorî daxuyaniyeke malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê da her du aliyan tekezî li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Romanya û Iraq û Herêma Kurdistanê de kirin bi taybetî di warê aborî û perwerdeyê da û her wiha peywendiyên Hewlêr – Bexdayê û gotûbêjên çareseriya wan pirsgirêkan gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî amadehî, rol û beşdariya Romanyayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de bilind nirxand û spasiya Romanyayê kir ku salên dirêj burs û derfetên xwendinê pêşkêşî xwendekarên Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.

Ji aliyê xwe ve şandeya mêhvan kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya Hewlêrê nîşan da û tekezî li ser amadehî û daxwaza welatê xwe ya ji bo sermayerazandina li Herêma Kurdistanê kir, ji bo vê mebestê, derbarê niyeta hatina sektora taybet û çend kompanyayên Romanyayî û mekanîzma karkirina wan li Herêma Kurdstan û Iraqê digel Serok Nêçîrvan Barzanî danustandina bîr û ramanan kirin.

Rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên xwedî di berjewendiyên hevbeş, çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:09:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x