Necmedîn Kerîm:Ala Kurdistan li Tirkiyê hate bilindkirin çima wê li Kerkûkê neyê?

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm daxwaz ji Encûmena Parêgehê kir ku, bi zûtirîn dem dengdanê li ser biryara bilindkirina Alaya Kurdistanê ligel li ser dezgehên Hikumî li Krekûkê bidin.

19.03.2017, Paz - 11:50

Necmedîn Kerîm:Ala Kurdistan li Tirkiyê hate bilindkirin çima wê li Kerkûkê neyê?
Nuçe Belav bike

Di kongreyeke rojnamevanî de ku, îro hatibû li darxistin Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm derbarê hin aliyên ku, li dijî bilindkirina alaya Kurdistanê li Parêzgeha Kerkûkê derketibû ragehand ku, alaya Kurdistanê li Tirkiyê hate bilindkirin çimê ew al li parêzgeha Kerkûkê nayê bilindkirin.

Kerîm di heman kongirê de da zanîn ku, ti nakonî ya pirsgirêk di navbera pêkhateyên parêzgehê de li ser bilindkirina alaya Kurdistanê li ser avahîyên Rêveberiya û dezgehên hikumî li parêzgehê tune ne.

Herwiha Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm amaje bi wê yekê jî kir ku, bi hezaran pêşmerge xwîna xwe bo parastina Kerkûkê rijandine û şehîdbûne, pêwîste weke wefadariyekê ji pêkhateyên parêzgehê ji wan pêşmergeyan re ala Kurdistanê were bilindkirin, herwiha diyar kir ku, dema Serokwezîrê Iraqê serdana parêzgehê kir û alaya Kurdistanê li gel ya Iraqê dît kêfxweşbû.

Dema ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Tirkiyê kir bi bilindkirina alaya Kurdistanê li ser her du firokxaneyên Stenbol û Enqerê pêşwazî lê haribû kirin.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:46:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x