Parlamentera Tirkmen: Xelkê Herêma Kurdistanê dê wan xayînan ceza bike

Endama Parlamentoya Kurdistanê ya Tirkmen ragehand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû pêbendiyên xwe bi yasaya budceya giştî ya sê salan a Iraqê cîhbicîh kiriye, lê Hikûmeta Iraqê xwe ji bo cîhbicîh kirina pêbendiyên xwe dûr radiweste.

26.07.2023, Çar - 10:07

Parlamentera Tirkmen: Xelkê Herêma Kurdistanê dê wan xayînan ceza bike
Nuçe Belav bike

Endama Parlamentoya Kurdistanê Sara Dilşad ragehand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû pêbendiyên xwe yên bi rêkeftinan û yasaya budceyê cîhbicîh kiriye, lê derket ku pirsgirêk di hikûmeta Iraqê de ye û bi aşkera xwe ji rêkeftinan û cîhbicîh kirina yasayê dûr digre.

Herwaha got, eger xwe dûrgirtin neba, pêwîstbû naha Hikûmeta Iraqê herî kêm, mûçeyê mûçexwarên Herêma Kurdistanê şandiba.

Sara Dilşad diyar kir, hin kesan berê bi plan û bernameyên ku hatî darijandin digotne wan fişarê bikin û daxwaz bikin Herêma Kurdistanê bila neftê radestî Bexdayê bike û soz bidin ku hemû tiştek dê baş be, lê naha neft radestî hikûmeta federal hatiye kirin, ‘’Lê ew bêdengin, deng ji wan nayê, tişta ku wan dikir ji xiyanet û xwefiroşiyê kêmtir nîne. Ew bixwe sedemê paşketina mûçe û krîza darayî ne û dixwazin vê bikin mijara paşketina mûçe bikin bangeşeya helbijartinê. Lê hemwelatî û fermanber dê wan ceza bikin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 231 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:39:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x