Parlamenterê Tirkmen di Parlamentoya Kurdistan de bi Tirkmenî sond xwar

Parlamenterê Hewlêrê yê Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Merûf li parlamentoya Herêma Kurdistanê di merasima sondxwarinê de bi Tirkmenî sond xwar.

07.11.2018, Çar - 07:26

Parlamenterê Tirkmen di Parlamentoya Kurdistan de bi Tirkmenî sond xwar
Nuçe Belav bike

Piştî ku endamên parlamenteriyê ya Kurdistanê bi fermî hatin eşkerekirin îro Sêşembî (06-11-2018) yekem civîna gera pêncan a parlamentoya Kurdistanê hat sazkirin û parlamenterên nû sonda yasayî xwarin.

Parlamenterê Tirkmen ê ser bi lîsteya Eniya Tirkmên Aydin Merûf metna sondê pêşiyê bi Kurdî, paşê bi Tirkmenî xwend.

Aydin Merûf ji bo vê helwesta xwe rastî ti bertekê nehat.

Herwiha parlamenterên misilman dest dane ser Quranê sond xwarin û parlamamenterên kristiyan ên asûrî û keldanî jî Încîl danîn ser mase û sonda xwe ya yasayî xwarin.

Piştî merasimê hilbijartina Dîwana Serokatiyê ya Meclisê ji bo dîrokeke nediyar hat paşxistin.

Di hilbijartina giştî ya 30ê îlonê da, PDKê 45, YNKê 21, Goranê 12, Nifşa Nû 8, Komelê 7, Hevpeymaniya Ber Bi Îslahê Ve ku ji Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Partiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe) pêk tê 5, Lîsteya Modern a ku ji 3 partiyan pêk tê û Lîsteya Azadiyê jî her yekî parlamenterek qezenc kiribû.

Herwiha 5 kota bo Tirkmenan û 6 kota bo kristiyanan tê veqetandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 914 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:24:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x