Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bang li parlamenteran kir ku îro Çarşemê (08.05.2019) li Parlamentoya Kurdistanê bin, ew jî ji bo dengdana li ser projeyasaya çalakkirina Serokayetiya Herêma Kurdistanê ye.
Biryar e îro saet 11.00 Parlamentoya Kurdistanê li ser projeyasaya serokayetîya Herêma Kurdistanê bicive.
Civîna Parlamentoyê piştî gotûbêjên 7 mehan di navbera aliyên siyasî de ji bo pêkanîna hikûmetê tê kirin.
Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî diyar kir ku hemû alî rêkeftine û hemahengî di navbera hemû fraksiyonan de heye.
Tenê serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlementoyê dê bê hilbijartin û seruok dê du cîgirên xwe hilbijêrê û erk û desthilata wanbixwe diyar bike
Li gorî rêkeftina siyasî di navbera aliyên Herêma Kurdistanê ev post ji PDKê re hatiye veqetandin û berbijêrê wê jî Nêçîrvan Barzanî ye, ku niha Serokê Hikûmetê ye.