Parlamentoya Kurdistanê kar li ser jenosoid nasandina karesata Kerkûk û Xurmatû dike!

Parlamenter Ebas Xezalî amaje bi civîna dawî ya parlamentoya Kurdistanê dike û dibêje: ‘’Di civîna dawî ya parlamentoya Kurdistanê de raportek ji aliyê serokê lijneya yasayî ve hatibû amade kirin hate gotûbêj kirin.’’

11.01.2018, Per - 12:31

Parlamentoya Kurdistanê kar li ser jenosoid nasandina karesata Kerkûk û Xurmatû dike!
Nuçe Belav bike

Endamê Parlamentoya Kurdistanê Ebas Xezalî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di civîna dawî ya Parlamentoya Kurdistanê de raporteke rawe kirinê ku ji aliyê serokê lijneya yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê ve hatibû amade kirin hate gotûbêj kirin. Ew raport bi awayê dekomanterî ji serdema Beis çawa Kerkûk û cîhên din hatine ereb kirin û heta naha jî ew siyaset berdewame rawe dike. Ji ber vê jî naha parlamentoya Kurdistanê kar li ser dike ku ew dekomantere baştir bê amade kirin û li ser asta Iraq û cîhanê kar li ser bê kirin.’’

Herwaha got: ‘’Bo jenosoid nasandina karesatên Kerkûk û Xurmatû proje yasayek pêşkeşî Parlamentoya Kurdistanê hatiye kirin û xwandina yekem hate kirin. Di civîna bê de Parlamentoya Kurdistanê lijneyek ji endamên parlamentoyê dê pêkbîne, ku rastiya bûyerên Kerkûk û Xurmatû û karesatên wan bajaran pêkhatine aşkera bike. Li ser vê jî karên me dê berdewam bikin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1075 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:30:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x