Parêzgarê Kerkûkê: Ti dewlet û hêz nikarin dest bixin nav karê me

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm raygeyand, ti dewlet nikarin destwerdana karên navxweyî yê Kerkûkê bike û got; “Di destûra Iraqê de negotiye tenê dê alek li Kerkûkê bilind bibe.”

22.03.2017, Çar - 08:22

Parêzgarê Kerkûkê: Ti dewlet û hêz nikarin dest bixin nav karê me
Nuçe Belav bike

Roja Çarşemê 22-03-2017 Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di serdana koçberên Kampa Qeretepe ya Kerkûkê de ji rojnamevanan re axivî.

Necmedîn Kerîm derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê ya li ser Kelha Kerkûkê û li hember vê yekê daxuyaniyên Wezareta Derve ya Tirkiyê û Nûnertiya Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê de got; “Ti devleteke derve nikare destê xwe werde nav karê Kerkûkê. Em van axaftinana qebûl nakin. Mafê Kerkûkê heye, ku kîjan alê bixwaze wê bilind bike.”

Kerîm bi bîrxist, ku wî pêşniyar ji Civata Parêzgehê re kiriye da ku mijara bilindkirina Ala Kurdistanê ya li tevahî sazî û dezgehên Kerkûkê bixe dengdanê û got; “Hê jî Civata Parêzgehê deng li ser vê mijarê nedaye lê dê bikeve dengdanê.”

Li ser gotinên ku dibêjin bilindkirina alê ne li gorî destûrê ye jî Kerîm got; “Di destûrê de negotiye tenê dê alek li Kerkûkê bilind bibe, yan jî tenê aliyek dê hûkdariya Kerkûkê bike. Ev gotin jî ne di cihê xwe de ne.”

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di wê baweriyê de ye ku bilidkirina Ala Kurdistanê dê jiyana pêkhateyên Kerkûkê zêdetir sift û hevgirtî bike û berovajiyê gotinan nabe sedema metirsî û aloziyê.

Kerîm got; “Dema Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana mêhwerên pêşmerge kir, Ala Kurdistanê û ya Iraqê ligel hev dît, pir kêfxweş bû.”

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di 14ê Adarê de biryar dabû “Tevî zimanê erebî, zimanê kurdî jî êdî di nav nivîsên fermî de bên nivîsandin” û aşkera kiribû ku ev li gor Destûra Iraqê mafê rewa ye.

Herwiha di biyara nivîskî de hatibû destnîşankirin: “Saziyên ku li dijî biryarê tevbigerin, cezayên îdarî dê li ser wan bên sepandin.”

Weke din di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin, daxwaz kirine Ala Kurdistanê li tevahiya saziyên fermî were bilindkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1543 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:03:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x