PDK: Em pêşbînî dikin 20ê mehê bangeşeya hilbijartinan dest pê bike

Çavkaniyekê ji Dezgeha Hilbijartinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragehand, “Em dûr dibînin ku li roja 16.09.2024ê bangeşeya hilbijartinan dest pê bike, ji ber ku hêşta piroseya hûrbîniyê di lîsta kandîdan de berdewam e.”

13.09.2024, Cum - 10:01

PDK: Em pêşbînî dikin 20ê mehê bangeşeya hilbijartinan dest pê bike
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekê ji Dezgeha Hilbijartinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji ajansa K24ê re eşkere kir, “Destpêka bangeşeya hilbijartinan ji bo roja 20ê vê mehê tê paşxistin.” Tekez jî kir, “PDKê bi baştirîn awa xwe ji bo van hilbijartinan amade kiriye.”

Ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, du milyon û 899 hezar û 578 kesan mafê dengdanê heye, ku du milyon û 683 hezar û 618 ji wan dengderên giştî ne û 215 hezar û 960 ji wan jî dengderên taybet in.

Ji bo birêveçûna piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê, Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê hezar û 431 bingehên dengdanê amade kirine, ku hezar û 266 ji wan bingehên dengdana giştî ne û 165 ji wan jî bingehên dengdana taybet in.

Biryar e li roja 18ê Mijdara îsal piroseya dengdana taybet û li roja 20ê Mijdarê jî piroseya dengdana giştî ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê bi rê ve biçin û Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li ser amadekariyan berdewam e.

 

Vî nûçeyê tevayî: 258 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:44:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x