Polîtburoya PDKê bi boneya 14 saliya damezrandina Tevgera Gorranê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Rêkxerê Giştî û endamên Encûmena Giştî û Niştîmanî ya Tevgera Gorranê kir û ragihand: “Bi boneya 14 saliya damezrandina Tevgera Gorran, em bi germî pîrozbahiyê li we, endam û alîgirên partiya we dikin û hêviya berdewamî û serkeftinê di xizmetkirina doza rewa ya gelê me de dixwazin.”
Di peyamê de hat gotin: “Em rola Tevgera Gorranê di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de bilind dinirxînin, herwiha tekezî li ser hevpeymanî û hevahengiya di navbera me û hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê de dikin, ji bo parastina destkeftên me û bidestxistina hemû mafên xwe.”
Polîtburoya PDKê dibêje: “Pêwîst e hemû alî bi dilsozî û berpirsyarane pêngav bavêjin ji bo encamdana proseya hilbijartinan, çareserkirina pirsgirêkan û bihêzkirina binemayên hevahengiyê û dabînkirina paşerojeke geş û hêja ji bo gelê me.”