Pêşewa Hewramanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tiştekî pêdivî bo vegerandina termên koçberên Îtalyayê dike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî aliyên peywendîdar li Wezareta Navxwe û Fermangeha Peywendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê raspartine ku, bi zûtirîn dem alîkariya koçberên rizgarbûyî bikin û termên koçberên Kurd ên Îtalyayê vebigerînin.”

21.06.2024, Cum - 10:25

Pêşewa Hewramanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tiştekî pêdivî bo vegerandina termên koçberên Îtalyayê dike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî duh(Pêncşem, 20.06.2024) ragehand, “Doza wan koçberên ku berî çend rojan belema wan di peravên Îtalyayê de binav bûye dozeke qanûnî ye û Hikûmeta Îtalyayê serederiyê pê re dike. Ji bo wê meremê jî, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, niha tîmeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li wî welatî ye.”

Pêşewa Hewramanî herwesa got, “Ji bo vegerandina termên qurbaniyan, hemî rêkarên pêdivî tên bicihanîn û li ser erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo vegerandina wan tê kirin. Vê yekê jî pêdivîtî bi çend rojan heye heta ku dozên wan li dadgeha Îtalyayê tên yekalîkirin.”

Navbirî tekez jî kir, “Tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê serdana nexweşxaneyê û dadgehê kiriye û ew kes jî dîtine ên ku ji wê rûdanê rizgar bûne, ku 11 kes in û heft ji wan Kurd in.” Herwesa di derheqa hejmara qurbaniyan de jî got, “Heta niha 20 kes in û ji wan jî şeş mêr û şeş jin û heşt zarok in.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkê li ser milên xwe bi cih tîne û her tiştekî pêdivî di wê dozê de dike, ku canê hejmareke welatiyan ji ber temahiya hejmareke qaçaxçiyan bû qurbanî.”

Medyaya Îtalyayê li roja Duşemê, 17.06.2024, parve kir ku belemeke koçberan li peravên Îtalyayê binav bûye û hejmareke zêde ji swarên wê winda bûye, ku welatiyên Herêma Kurdistanê jî tê de bûn û dixwast derbaz bibin Almanyayê.

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 18.06.2024ê ragehand, “Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re û herwesa bi rêya Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê bi dezgehên fermî yên Îtalyayê re di peywendiyê de ye, zêdebarî pêkanîna odeyeke operasyionan ji bo ku ji nêz ve çavdêriya wê rewşê bike û lidûçûnê bike da ku her tiştekî pêdivî ji qurbaniyan re bê kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 250 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:14:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x