Peyamek ji Serokwezîr Barzanî bo rojnamevan û medyakaran

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Roja Rojnamegeriya Kurdî û derçûna yekem hejmara rojnameya "Kurdistan" de ragihand, nabe dezgehên ragihandinê, bibin sekoyek ji bo belavkirina hizrê tundrewî û handana tundûtûjiyê û sivikatîkirina li xelkê.

22.04.2023, Cts - 10:13

Peyamek ji Serokwezîr Barzanî bo rojnamevan û medyakaran
Nuçe Belav bike

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Ez hêvîdar im rojnamevan û medyakarên Kurdistanê, ji bo pêşvebirin û parastina asayîşa civakê û kultûra pêkvejiyana olî û netewî û girîngîdana mijarên niştimanî û dakokîkirina li ezmûna Herêma Kurdistanê, kar bikin.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî û derçûna yekem hejmara rojnameya "Kurdistan" ji aliyê rewanşad Mîr Mîqdad Mîdhed Bedirxan û salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê li rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim û hêviya pêşketin û berdewamiya wan dixwazim.

Bizava rojnamegerî û azadiya fikr û raman û ragihandinê li Herêma Kurdistanê, di pêşveçûn û geşbûna berdewam de ye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berdewam dibe di piştevankirina azadiya ragihand û pêkanîna jîngeheke tendirust ji bo rojnamevanan, da ku bi awayekî azad û di çarçoveya yasayên berkar û etîka karê rojnamevaniyê û pîvanên navdewletî, kar û erkên xwe bi cih bigihînin.

Ez hêvîdar im rojnamevan û medyakarên Kurdistanê, ji bo pêşvebirin û parastina asayîşa civakê û kultûra pêkvejiyana olî û netewî û girîngîdana mijarên niştimanî û dakokîkirina li ezmûna Herêma Kurdistanê wek qewareyeke yasayî û destûrî û cihê hêviya hemû Kurdistaniyan, kar bikin.

Ez hêvî dikim, armanca sereke ya medyakarên Kurdistanê, gihandina rastî û zanyariyên pêbawer û hevseng û xizmetkirina xelk û welatiyên Kurdistanê û berevanîkirina mafên xelkê Kurdistanê be. Nabe dezgehên ragihandinê, bibin sekoyek ji bo belavkirina hizrê tundrewî û handana tundûtûjiyê û sivikatîkirina li xelk û nirx û sembolên netewî û niştimanî.

Di vê rojê de em bi rêz û pêzanînê ve, hemû rojnamevan û nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê bi bîr tînin ku bi bîr û berhemên xwe, xizmeteke mezin a ziman û rewşenbîriya Kurdî û doza rewa ya gelê Kurdistanê kirine û giyanê xwe di vê rêyê de bext kirine.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 450 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:29:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x