Piştî xwendin û dengdana li ser birge û bendên hatine pêşniyazkirin, bi piraniya dengên parlemanteran, projeyasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat pesendkirin.
Li gor yasayê, Serokê Herêma Kurdistanê di nava Parlemantoya Kurdistanê û bi piraniya dengên parlemanteran tê hilbijartin.
68 parlemanteran pêşniyaza projeyasaya serastkirina Serokatiya Herêmê xistibû ber dest Serokatiya Parlemantoya Herêma Kurdistanê, ji bo posta Serokatiya Herêma Kurdistanê heta pesenkirina destûrê bê aktîvkirin, îro jî hat pesendkirin.