Qubad Talebanî: Me li ser radestkirina dahatên negirêdayî petrolê bi Bexdayê re li hev kir

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere dike, “Me li ser radestkirina dahatên negirêdayî petrolê bi Bexdayê re li hev kir”. Herwesa dibêje, “Îsal hilbijartinên Perlemana Kurdistanê tên kirin”.

23.05.2024, Per - 17:25

Qubad Talebanî: Me li ser radestkirina dahatên negirêdayî petrolê bi Bexdayê re li hev kir
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro di daxuyaniyeke rojnamevanî de li ser birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê û radestkirina dahatên negirêdayî petrolê ji bo Hikûmeta Federalî bersiva rojnamevanan da.

Qubad Talebanî di derheqa radestkirina dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê de amaje da, “Em gehiştine lihevkirinekê ku divê ev dahat bên radestkirin û ya mayî mîkanîzma radestkirinê ye”.

Navbirî ron jî kir, “Şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku diçin Bexdayê û şandên Hikûmeta Îraqê jî ku tên Hewlêrê li ser mîkanîzma radestkirina dahatên negirêdayî petrolê li hev dikin”.

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi nerazîbûn li ser şandina dahatên negirêdayî petrolê ji bo Bexdayê nînin”.

Qubad Talebanî di bersiva pirsyarekê de got, “Hilbijartinên Perlemana Kurdistanê îsal tên kirin”.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê pêr (Sêşem, 21.05.2024) biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinên Îraqê pejirand. Li dû tekista wê biryarê ku roja Duşemê, 20.05.2024, derkeftiye; pênc kursiyên pêkhatan bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê tên parvekirin:

1.    Hewlêr: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

2.    Silêmanî: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

3.    Dihok: yek kursî ji bo Ermenan.

Pêştir Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar dabû ku hejmara Kursiyên Perlemana Kurdistanê ji bo 100 kursiyan kêm bike, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî li dû wê biryarê ew kursî bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma kurdistanê belav kiribûn: 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî ji bo Silêmaniyê, 25 kursî ji Dihokê û sê kursî jî ji bo Helebceyê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 134 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:12:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x