Tirkiyeyê bi balafirên şer êrişî hinek gundên Ranyeyê kir.
Bombebaranê saet 13:20î dest pê kir û gundên Zêwke û Dolî Resûyê yên bajarokê Sengeserê û gundê Paşkotelê yê bajarokê Serkeptanê hatine bombebarankirin.
Birêvebirê Bajarokê Serkeptanê Hêmin Ebdula diyar kir ku ji ber êrişê ti ziyanên canî çênebûne.
Li hêla din, ji ber bombebaranê agir bi dar û devî, pûş û pelaşê gundan ketiye.