Hemwelatiyekê li navçeya Xaneqînê ji Rûdawê re ragihand: “Heşda Şeibî heta navçeya Qeretepe reviyan. Li Cebare, Qadir û Keremê ve xwebexş ber bi Germiyanê ve hatin.”
Şahidhalekî bi navê Lawend Xesro ku rûniştvanên Xaneqînê ye, ji Rûdawê re ragihand: “Êvariya çarşemî karwana otomobîlên Heşda Şeibî ji nava Xaneqînê vekişiyane û ew saziyên ku pêştir dest danîbûne ser, vala kirine.”
Wî şahidhalî herwiha got: “Ti şerek di navbera çekdarên Heşda Şeibî û welatiyên Xaneqînê de çê nebûye û ew hêz bêyî şer vekişiyan û xelk jî niha bi vê boneyê dest bi ahengê kirine.”
Herwiha hemwelatiyekê jî ji navçeya Gulale got: “Erebên sunnî yên Gulale jî li dijî Heşda Şeibî dest bi raperînê kirine. Ji ber ku wan jî dengên xwe dane serxwebûna Kurdistanê."
Xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî Heşda Şeibî dest bi raperîneke seranserî kirine.
Ji ber reftara çekdarên Heşda Şeibî yên li hember welatiyên Kurd ên navçeyên Kurdistanî, şewitandina ala Kurdistanê ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve bêrêziyên li bermaber pîroziyên xelkê Kurdistanê, xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî Heşda Şeibî û hêzên iraqî serhildan kirin.
Yekem serî hildana xelkê Başûrê Kurdistanê ji qezaya Xaneqînê ve dest pê kir û piştî ku xelkê Xaneqînê daketin cade û kolanan, Heşda Şeibî ji vê qezayê vekişiya.
Piştî ku Heşda Şeibî li Xaneqînê reviya, bi biryara Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çekdarên Heşda Şeibîji Gulale û Şingalê jî derketin.