Rayedarê Amerîkî: Ez bi rewşa Herêma Kurdistanê geşbîn im

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf di konferanseke rojnamevanî de bersiva pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê da û ragihand, ew bi rewşa Herêma Kurdistanê geşbîn e û hewla baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye ji bo têgihîştina hevbeş.

05.05.2023, Cum - 05:53

Rayedarê Amerîkî: Ez bi rewşa Herêma Kurdistanê geşbîn im
Nuçe Belav bike

Roja Pêncşemê 4ê Gulana 2023an, Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf di konferanseke rojnamevanî de behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û di bersiva pirsa Kurdistan24ê de ragihand, ew bi vê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê geşbîn e û hewla baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye ji têgihîştina hevbeş û got: “Em wek Amerîka, wan han didin ji bo baştirkirina pêwendiyên navbera wan.”

Barbara Leaf diyar kir: “Ez 13 sal in li vir im, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê gelek caran kêşeyên pir mezin hebûn ku nêzîk bûye li alozî û milmilanî û rewşa gelek xirab derbas kirine, lê belê di serdana vê carê de geşbîn im, ji ber ku min ligel herdu aliyan gotûbêj kir û gotûbêj erênî bûn.”

Leaf destnîşan kir: “Ez kêfxweş im bi wê hewla baş ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye û em jî wan han didin ji bo piştevanîkirina wan û hevtêgihiştina navbera wan ji bo Kurdistaneke bihêz û pêşketî.”

Derbarê pirsa navxwe ya Herêma Kurdistanê de jî, Barbara Leaf tekezî li pêwîstiya encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir û piştevaniya Amerîkayê ji bo encamdana hilbijartinan beriya bidawîbûna îsal, dubare kir.

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê got: “Kurd hilbijartinê dixwazin, bêguman em piştevaniya encamdana hilbijartinan beriya bidawîbûna îsal dikin, hinek kêşe mane di navbera aliyan de li ser hilbijartinan heta werin çareserkirin, lê belê gelek girîng e ku hilbijartin were kirin. Divê daxwaza xelkê were cîbicîkirin û xelk hilbijartinê dixwaze.”

Li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, Barbara Leaf eşkere kir: “Em dixwazin rêkeftina Şingalê bi temamî were cîbicîkirin û bi rastî hejmara grûpên çekdar wek PKKê gelek in ku di wan navçeyan de ne û metirsî li ser jiyana pêkhateyan dirust dikin, loma hikûmeta federal divê rewşê kontrol bike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 393 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:25:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x