Rêbar Ehmed: Iraq bi berpirsiyarî serederiyê bi penaberên Herêma Kurdistanê re nake

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed ragihand, hikûmeta Iraqê di pêşkêşkirina alîkariyan bo koçber û penaberan de, wek pêwîst bi erkê xwe ranebûye.

04.05.2023, Per - 09:18

Rêbar Ehmed: Iraq bi berpirsiyarî serederiyê bi penaberên Herêma Kurdistanê re nake
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed di merasîma vekirinêa navendeke Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekgirtî (UNHER) ji bo hevkarîkirina penaberan de got, tê çaverêkirin ku ev navenda UNHCR xizmetguzariyan pêşkêşî zêdetirî 100 hezar penaberên parêzgeha Hewlêrê bike.

Wezîrê Navxwe da zanîn, ji sedî 50 penaberên ku hatine Herêma Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê dijîn. Got jî: Mixabin heta niha rewş venegeriyaye rewşa asayî nebûye û tedbîr jî wek pêwîst nînin da ku koçberên li Herêma Kurdistanê bi dilê xwe vegerin deverên xwe.

Rêbar Ehmed daxwaz ji civaka navdewletî kir ku erkê alîkariya koçberan ji hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê re nehêlin.

Wezîrê Navxwe got jî, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi awayekî berpirsiyarane serederiyê bi penaberên Herêma Kurdistanê re nake. Her wiha got: Rast e Îraq welatekî dewlemend e û bûdceya wê ya mezin heye, lê mixabin di warê penaberan de erkê xwe bi cih nayîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 198 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:51:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x