Rêbar Ehmed li Washingtonê bi hejmarek berpirsên rêveberiya Amerîkayê re dicive

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed bi serdaneke fermî gihîşte Amerîkayê û dê ligel hejmarek hevdîtin û civîn ligel berpirsên Amerîka bike.

12.06.2023, Pts - 08:12

Rêbar Ehmed li Washingtonê bi hejmarek berpirsên rêveberiya Amerîkayê re dicive
Nuçe Belav bike

Wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed îro 11/6/2023 bi serdaneke fermî gehîşte Amerîkayê û ji aliyê Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman ve hat pêşwazîkirin.

Biryar e Wezîrê Navxwe ligel berpirsên rêveberiya Amerîkayê bicive, ji wan Wezareta Derve, Wezareta Berevaniyê, Wezareta Xezîne, Koşka Spî û her wiha endamên Kongressa Amerîkayê û saziyên din.

Li gorî zanyariyan, Rêbar Ehmed roja 14ê Hezîranê dê li Peymangeha Aştiyê ya Amerîkî gotarekê li ser dawî pêşhatên siyasî, ewlehî û mirovî li Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş bike.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyan Samî Abdurrahman ragihand: “Em bi giringî li serdana Wezîrê Navxwe bo Washingtonê dinêrin, ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyên bi Amerîkayê re û diyalogeke kûr li ser mijarên ewlekarî, mirovî û siyasî yên ku cihê giringî û berjewendiya herdu aliyan e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:39:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x