Rêber Ehmed: Bexda berdewam neft û gazê wek kartekî fişar li ser xelkê Kurdistanê bikartîne

Îro 06.06.2022yê şandeyekî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya wezîrê navxwe Rêber Ehmed û bi endamtiya hejmarek aliyên pêwendîdar û encûmena dadwerî ve geheştin Parlamentoya Kurdistanê û li gel lijneya parastina mafên jinan civiyan.

06.06.2022, Pts - 09:17

Rêber Ehmed: Bexda berdewam neft û gazê wek kartekî fişar li ser xelkê Kurdistanê bikartîne
Nuçe Belav bike

Wezîrê navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di civîneke çapemeniyê de ragehand, di her mijarekî derbarê mafê jinan de pêwîst be li gel parlamentoyê dê hewkariyê bikin û derbarê hejmara kuştina jinan de jî got: ‘’Hinek mûbalexe û verimandin têde heye, ez dixwazim ragehandin wekî xwe behsa vê mijarê bike. Ragehandin wisa behs dike ku xwedê girawî rojane li Herêma Kurdistanê jin tên kuştin. Min careke din jî li Parlamentoya Kurdistanê behs kir, mijara wisa nîne ku wekî tê behs kirin û ew hejmar ewqas zêde nîne, lê em dixwazin ti kesek rastî tundiyê neyê û negehe wê astê ku bê kuştinê.’’

Wezîrê navxwe derbarê bûyerên kuştina bi çekê bi molet jî got: ‘’Kuştin herî kêm bi çekên bi molet ve hatiye kirin, yanî sedî yek jî nîne û kêmtirî sedî yek e. çeka bi molet wateya wê ne ew e ku karê xirab pê nayê kirin, lê qet nebe em dizanin ew çek di dest kî de ye û hêvîdarin bi derketina yasaya nû ya çek ve, ji xwe dê demek kurt de dê bikeve warê cîhbicîh kirinê de, diyardeya helgirtina çek em dixwazin bi dawî bikin û kontrol bikin.’’

Derbarê proseya siyasî ya Iraqê de jî Rêber Ehmed got: ‘’Proseya siyasî li Iraqê paşketiye. PDK û YNK di heyama borî de li hevtêgeheştinekî baş pêkanîn, lê heta naha di wan civînan de behsa serokomar nehatiye kirin û peywira serokomar jî asteng nebûye ji bo rêveçûna proseya siyasî. Ji ber pêkhatina navmala Şîe pirsgirêka serekî ye ji bo paşketina proseya siyasî ya Iraqê.’’

Derbarê peywira serokomar de jî got: ‘’PDK heta naha rijd e li ser berbijêr kirina min ji bo peywira serokomariyê û ev yek ji bo min serbilindiye û em jî dê hewl bidin bi rêya danûstandin û gotûbêjan ve li Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî lihevtêgeheştinekî baş çêbikin.’’

Derbarê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de jî got: ‘’Şandeya teknîkî ya me îro li Bexdayê ye ji bo gotûbêjan li ser wan pirsgirêkên ku Bexda berdewam hewl tê dayîn ku bên paşxistin û neyên çareser kirin. Wek pirsgirêka darayî û neft û gaz û berdewam wek karteke fişarê ji aliyê Bexdayê ve li hember hemwelatiyên Herêma Kurdistanê tên bikaranîn. Hêvîdarim hikûmetekî xwedî desthilat li Bexdayê pêkbê, ku bikare biryarê bide li ser pirsên serekî û çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 485 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:03:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x