Rêber Ehmed: Herêma Kurdistanê nabe beşek ji vegerandina bi zorê ya koçberan

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma kurdistanê ragihand, ew li gel vegerandina bi dil a koçberan in, herwiha Herêma Kurdistanê nabe beşek ji vegerandina bi zorê.

06.06.2024, Per - 17:01

Rêber Ehmed: Herêma Kurdistanê nabe beşek ji vegerandina bi zorê ya koçberan
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro di gotarekê de ragihand, ew nabin beşek ji vegerandina koçberan a bi zorê, ji ber ku Herêma Kurdistanê li gel vegerandina bi dil a koçberan e û divê mercên jiyaneke bi rûmet bo wan bê dabîn kirin.

Herwiha diyar kir, niha milyonek koçber û penaberan Herêma Kurdistanê ji bo lê bimînin helbijartine. Herwaha got, Herêma Kurdistan bûye cîhê karkirinê ji bo hezaran karkerên biyanî.

Rêber Ehmed diyar kir, sedî 97ê koçberên Iraqê li Herêma Kurdistanê mane.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di dema vekirina navenda şêwirmendiya koç a li Hewlêrê de ew gotin kirin û diyar kir Herêma Kurdistan nabe beşek ji koça bi zorê ya koçberan.  

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ferman daye ku heta 30ê Hezîranê hemû kampên koçberan ên li Herêma Kurdistanê bên girtin û nêzîkî milyonek penaber vegerin malên xwe.

Vê biryarê koçber dilgiran kirine û ew dibêjin malên wan ji aliyê hêzên nefermî ve hatine wêrankirin û dagîrkirin, lewma ew naxwazin vegerin deverên xwe.

 

Vî nûçeyê tevayî: 440 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:46:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x