Rêber Ehmed: Kes nikare minnetê li me bike

Dr. Rêber Ehmed di panela Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn got: "Ti kes nikare minnetê li me bike. Li gorî destûrê em beşek ji vî welatî ne, ji ber wê jî Herêma Kurdistanê li Iraqê dimîne û her dem tûşî êş û azarê dibe."

17.11.2022, Per - 10:05

Rêber Ehmed: Kes nikare minnetê li me bike
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Dr. Rêber Ehmed di panela Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn got: "Ti kes nikare minnetê li me bike. Li gorî destûrê em beşek ji vî welatî ne, ji ber wê jî Herêma Kurdistanê li Iraqê dimîne û her dem tûşî êş û azarê dibe."

Li ser hikûmeta nû ya Iraqê Dr. Rêber Ehmed: "Hikûmeta nû ev demeke kurt hatiye avakirin û heta niha tiştek nekiriye. Divê em hevkariyê bikin. Weke YNK û PDK em beşek ji hevpeymaniya rêveberiya dewletê ne. Me biryar da ku şandeke pilebilind bişînin Bexdayê ji bo cîbicîkirina rêkeftinê.mijarên girêdayî Herêma Kurdistanê di rêkeftina wan de ye.”

Herwiha Rêber Ehmed dibêje: “Ti kes nikare minnetê li me bike, em li gor destûrê beşek in ji vî welatî û em herêmeke qanûnî û siyasî ne ku hatiye naskirin, Iraq hertim bûye çavkaniya pirsgirêkan ji bo gelê kurd, ne berovajî vê yekê. Heta ku em bigihêjin vê sîstema siyasî me kurdan çemekî xwînê daye vê sîstema siyasî. Em ti carî xwe ji pêvajoyeke ku daxwazên herî bingehîn ên gelê kurd nebîne, negirin.’’

Derbarê pêwendiyên YNK û PDKê jî Dr.Rêbiwar Ehmed got: "Ez wek PDK diaxivim. PDK bi ti aliyekî siyasî yê Herêma Kurdistanê re ti pirsgirêk nîne. Aliyê siyasî yê ku kêşe heye bila bizane bi çi re pirsgirêk heye eger di karê hikûmetê de û di nava hikûmetê de pirsgirêk hebe. yên ku behsa pirsgirêkê dikin bila werin û bi PDKê re behsa pirsgirêkê bikin. Tevlihev kirine, kêşeya wan bi hikûmetê ye yan bi PDKê re ye? Dema dibêjin ew ji karê Encumena Wezîran nerazî ne, di hevdîtinên fermî yên li gel fraksiyona PDKê de behsa van mijaran nekirine. Serokwezîr li vir e, ma ji me re negotin ku ew ji çi nerazî ne? Di hemû aliyên rêveberiyê de beşdar dibin, biryarên Encûmena Wezîran bi beşdariya hemû aliyan tên dayîn û gelek gotûbêj li ser hemû aliyên siyasî, aborî û îdarî hene.”

Di berdewamiyê jî de Dr. Rêber Ehmed ragihandiye: "Dema ku ew mijarek siyasî tînin û dibêji PDK desthiladariyê kiriye yekdest, divê em rêzê ji hilbijartinan re bigirin. Hilbijartin dê li ser esasê ku her partiyek li gorî mezinahiya xwe xwedî hêz be, ewil me para xwe bi partiyan re parve kir." Piştî 9 mehan ji paşxistina avakirina hikûmetê, me hîn jî fêm nekirin ku pirsgirêka YNK û PDKê çi ye. Nikarin pirsgirêkên di çapemeniyê de biaxivin û di hevdîtinên fermî de behsa wan nekin. Eger mijar bi bûyerên ewlekarî yên Hewlêrê ve girêdayî bin, ev bûyerên ewlekarî û yasayî ne û dadgeh dê lêkolînê li ser wan bike. Ne hikûmet û ne jî PDK berpirs in. Gelo ti giliyên PKKê hene?"

Rêber Ehmed got: “Serok Barzanî ferman daye me ku em xwe bigihînin hemû aliyan û di serî de YNK ku partiyeke sereke ye û şirîkê sereke yê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Yên ku behsa xizmetguzariyan dikin û carna dibêjin dorpêça li ser Silêmaniyê heye û berpirsê wê jî PDK û hikûmet e, li ser gelek mijarên ku li Silêmaniyê diqewimin cîhanek pirsiyar li cem me hene. Divê hikûmet li hemû bajarên Kurdistanê vekirî be, PDK ji wan pirsgirêkan bêpar e, li Silêmaniyê ne karmend û ne jî rêveber hene. Li wir ti dezgeheke asayîşê û desthilateke îdarî û ewlekarî nîne û daxwaz ji PDKê dikin ku rewşa Silêmaniyê baştir bike. Werin em Silêmaniyê sererast bikin û ezmûna Hewlêr û Duhokê veguhêzin Silêmaniyê. Werin em hemû bi hev re tevahiya Herêma Kurdistanê birêve bibin.”

Li ser pirsa dahata deriyên sînorî jî Rêber Ehmed got: “Birêz Serokwezîr hertim tekezî li ser wê yekê kiriye ku dahata tevahiya Kurdistanê zelal be. Ez weke Wezîrê Navxwe û birêz Şoriş Îsmaîl jî weke Wezîrê Pêşmerge ji bo avakirina hêzeke kontrolkirina xalên sînorî hatin erkdarkirin, gazind hatin kirin ku dahatên xalên sînor nehatine komkirin. Dema ku serokwezîr got, yekem cihên ku hûn dixwazin biçin kontrolê dê Hacî Omeran, Îbrahîm Xelîl û Pêşxabûr bin, lê li Silêmaniyê ji me re gotin ku eger ev hêz were ser sînor wê şerê navxweyî çêbibe. Ma dibe ku şerê navxweyî an jî du rêveberiyan çêbibe? Niha jî behsa du rêveberî û şerê navxweyî tê kirin, ezbenî, ev ezmûn bi fedakarî hatiye bidestxistin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 149 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:45:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x