Rêber Ehmed, Qasim Arecî û Jeanine Plasschaert li ser çend mijarên ewlehiyê dicivin

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî û Nûnera Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert ji bo gotûbêjkirina mijarên ewlehiyê dicivin.

18.09.2023, Pts - 10:13

Rêber Ehmed, Qasim Arecî û Jeanine Plasschaert li ser çend mijarên ewlehiyê dicivin
Nuçe Belav bike

Civîn li Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê birêve diçe tê de mekanîzma cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de tê gotûbêjkirin, ku di dema borî de di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin.

Yek ji xalên rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de, mijara kontrolkirina sînoran e, ji ber wê jî di civîna îro ya Wezîrê Navxwe, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Nûnera Netewên Yekgirtî de dê mekanîzma cîbicîkirina rêkeftinê were gotûbêjkirin.

Ajansa K24ê diyar kir, “Di civînê de behsa qonaxa piştî cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê tê kirin, ku di rêkeftinê de avakirina kampekê bi çavdêriya Netewên Yekgirtî ji bo bicihkirina xelkên Îran û Rojhilatê Kurdistanê heye û divê hemû pêdiviyên wan bên dabînkirin.”

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî îro bi serokatiya şandeke bilind a ewlehiyê gihîştibû Hewlêrê.

Li gorî daxuyaniya ofîsa medyayî ya El-Arecî, armanc ji vê serdanê şopandina cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:13:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x