Rêbiwar Talebanî, Serokê berê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û Şêwirmendê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo karûbarên navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê; Derbarê hilbijartinên encûmenên parêzgehan li Kerkûkê, rewşa bajêr û cîbicîkirina madeya 140, bû mêvanê bultena nûçeyan a Kurdistan24ê.
Biryar e hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê (ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê) roja 18ê Berçileya 2023an were lidarxistin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji 1’ê Tîrmehê heta 31’ê Tîrmehê molet ji bo qeydkirina partî û hevpeymaniyan diyar kiriye.
Rêbiwar Talebanî rexne li partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê digire û dibêje: “Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û piştî 5 salan, tenê çend meh ji hilbijartinên encumenên parêzgehan re mane, partiyên Kurdî nuh li hev dicivin û dibêjin \'yek lîste baş e\'. Lê mixabin ez nizanim çima Kurd ti plan û stratejiyeke wan tune ye, ev hemû kêmasî ye.”
Rêbiwar Talebanî di wê baweriyê de ye ku aliyên siyasî yên Iraqî hewl didin \"nasnameya Kurdî ya Kerkûkê jinav bibin\" di dema ku partiyên Kurdî nû doza yekrêzî û yeklîsteyê dikin û got: “Yekitî her tim baş e, Kurd her dema bûne yek, her tim gihîştine mafên xwe. Her dema ku haya wan ji xwe tune bûye, tên xapandin û destkeftiyên wan ji destê wan tên standin.”
Piştî bûyerên 16ê cotmehê, rewşa Kerkûkê têk çûye, pirsgirêk zêde bûne û diyardeya çekdarî û leşkerî derketiye holê. Di vê derbarê de Rêbiwar Talebanî dibêje: “Projeya hilbijartinê, pêwîstiya wê bi rewşeke asayî û azadiyê heye, niha her du jî li Kerkûkê tune ne, li şûna wê artêş û milîs li bajêr hene, ji bilî wê yekê jî, madeya 140 a destûra Iraqê nehatiye cîbicîkirin.”
Got jî: Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê yan jî her hilbijartineke din li Kerkûkê, bêyî asayîkirina rewşa Kerkûkê bê kirin, nabe bê naskirin.
Tekez kir jî: “Di vê demê de, Kurd her 16 kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bidest bixin jî, ti qîmeta wê nîne, ji ber ku kesek rêveberiya bajêr dike ku ne Iraqî û ne jî Kerkûkî ye.”
Şêwirmendê Serokowezîrê Herêma Kurdistanê got jî: “Eger rewşa Kerkûkê vegere rewşa asayî û hilbijartin bên kirin, wê demê hilbijartin dê giring be û paşeroj û nasnameya Kurdî li Kerkûkê diyar bike.”
Hilbijartina dawî ya Encûmenên Parêzgeha Kerkûkê di sala 2005an de hatibû kirin, partiyên Kurdî bi yek lîsteyê “Lîsteya Birayetî” beşdarî hilbijartinan bûn û ji koma 41 kursiyan, 26 kursî bidest xistin. Partiyên Tirkmen 9 kursî û Ereban jî 6 kursî bi dest xistibûn. Vê carê jî hejmara kursiyan ji 41an daketiye 16 kursiyan.