Bi serpereştiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah û bi amadebûna Serokê Komîteya Bilind a Cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê Hadî Amirî, civîneke berfireh hate kirin.
Rêbiwar Talebanî derbarê vê civînê de ji K24ê re ragihand, divê Serokê Komîteya Bilind a Cîbicîkirina madeya 140 Kurd be. Ji bo 4 dewran kesekî din ê ji neteweyeke cuda weke Serokê Komîteya Bilind a Madeya 140 hatiye danîn.
Got jî: “Pêwîst e karê yekem yê Komîteya Cîbicîkirina Madeya 140, asayîkirina rewşa parêzgeha Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê be, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê di rewşeke neyasayî, nexweş û nedestûrî de ye. Eger komîte ne xwedî desthilata vê yekê be, dê nikaribe tiştekî bike.”
Rêbiwar Talebanî destnîşan kir, “Divê serokên berê yên Komîteya Bilind a Madeya 140, Serokomar û Serokwezîrên berê yên Iraqê jî bo Parlamentoyê bên vexwendin û ji wan bê pirsîn ku çima ji bo cîbicîkirina wê madeyê tiştek nekiriye û xemsariya kê bûye?”
Herwiha got: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi 13 xalan behsa asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî û cîbicîkirina madeya 140ê di bernameya karnameya xwe de kiriye. Ji bo vê yekê gavek jî neavêtiye. Ev jî îspata wê yekê ye ku dema Kurd ji bo wan pêwîst bin, sozê didin Kurdan, lê piştre tiştekî bi cih nayînin.”
Li gorî Rêbwar Talebanî, divê kar ji bo betalkirina biryarên Encûmena Serkirdatiya Beis ya berê bê kirin. Piştî wê jî divê li herêmên Kurdan serjimêrî bê kirin û kar ji bo diyarkirina sînoran bê kirin ku di madeya 140 a destûrê de hatiye behskirin.
Li gorî Rêbiwar Talebanî, divê komîte di heyama 2 salan de hemû qonaxên madeya 140 cîbicî bike û hûrgiliyên pêkanîna qonaxan ji welatiyên Kerkûk û navçeyên Kurdistanî re eşkere bike. Ji ber ku diviyabû heta 31’ê Tîrmeha 2007’an hemû bendên madeya 140 bihatana cîbicîkirin.
Pirsa navçeyên Kurdistanî yên ji Herêma Kurdistanê hatine birîn, di serdema rejîma Beis de dirust bûbû, piştî rûxandina rêjîma Beis di sala 2003 de, li Iraqê weke mijara "herêmên nakokî li ser" hat naskirin, piştre jî di destûra 2005’an de bi awayekî yasayî hat dîtin û made 140’î di destûrê de cih girt. Tevî ku ev made di destûrê de cih girtiye, lê ev made û çend madeyên din ên destûra Iraqê ji aliyê hikûmetên Iraqê ve ji sala 2005 heta 2023an, nehatine cîbicîkirin û bûye yek ji pirsgirêk û xalên sereke yên nakokiyên her du hikûmetên federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Piştî rûxandina rejîma Beis di 9ê nîsana 2003an de, hikûmeta demkî ya hevpeymaniyê di 12ê Tîrmeha 2003an de komîteyek siyasî bi navê “Encûmena Desthilatdar” ava kir, ku endamên wê ji nûnerên partî û hêzên siyasî yên Iraqî û Kurdistanî pêk dihatin. Paşê rêveberiya Iraqê radestî wî encûmenê hate kirin, ku komîteyek ji bo amadekirina destûreke demkî pêk anî û “Yasaya Birêvebirina Dewletê ji bo Qonaxa Veguhêz” derxist û di dawiyê de di 8ê Adara 2004an de ji aliyê Encûmena Desthilatdar ve hat pesendkirin.
Yasa bû destûreke demkî û bi awayekî fermî û pratîkî statûya siyasî ya Herêma Kurdistanê nas kir. Madeya 53 ya destûra demkî ew bû ku sînorên Kurdistanê bi awayekî demkî diyar bike, ne bi awayekî herdemî, ji ber ku sînorên dawî û herdemî yên Herêma Kurdistanê bi çareserkirina pirsa vegerandina navçeyên veqetandî dibe.
Madeya 140 a destûra hertimî ya Iraqê bi awayekî eşkere tekezî li ser erkê hikûmeta Iraqê ya ku di sala 2005ê de hatiye hilbijartin dike, bi temamkirina cîbicîkirina madeya 58ê ya yasaya Rêveberiya Dewletê bo Qonaxa Veguhêz, her wiha hikumeta hilbijartî pabend dike ku ji bo vê mebestê li Kerkûk û navçeyên din ên nakokî li ser, hemû tedbîran bigire ku dê di sê qonaxan de bin: “Asayîkirin, serjimêryarî û referandûmê.” Xala duyemîn a madeya 140'î jî demeke diyarkirî ji bo pêkanîna wê madeyê danî ku divê 31.12.2007an derbas neke.
Di 9ê Tebaxa 2006ê de, kabîneya yekem a Nûrî Malikî Komîteya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 bi serokatiya Wezîrê Dadê yê wê demê Haşim Şiblî ava kir. Lê ji sala 2006ê ve, hikûmet û kabîneyên Iraqê yên li pey hev, ev made cîbicî nekirine.