Rêvebirên bilind ên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêra paytext civiyan.
Di rojeva civînê de şerê li Xezeyê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û PDK-YNKyê hene.
Şandeya YNKyê ya bi serokatiya Serokê Giştî yê YNKyê Bafîl Talebanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî ji bo hevdîtina bi PDKyê re hatin Pîrmamê.
PDK û YNK piştî 4 mehan civiyan û di civînê de alîkarê serokê PDKyê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî amade bûn.
Di şandeya PDKyê de Fazil Mîranî, Hoşyar Zebarî, Cafer Emînkî, Piştîvan Sadik û Mehmûd Mihemed cih girtin.
Herwiha di şandeya YNKyê de jî Îmad Ehmed, Sadî Ehmed Pîre, Şalaw Elî Eskerî, Derbaz Kosret Resûl cih girtin.