Şande Bexdayê gihîşt Hewlêrê

Şandeke hikûmeta Bexdayê bi armanca gotûbêjkirina mijara balafirxaneyan, deriyên sînor û bendavan gihiştine Hewlêrê.

15.01.2018, Pts - 09:23

Şande Bexdayê gihîşt Hewlêrê
Nuçe Belav bike

Beriya niha eşkere bû ku şandeke hikûmeta Iraqê ya di bin serokatiya Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîrên Iraqê Mehdî Elaq de, ji bo gotûbêjkirina pirsgirêka balafirgehan, deriyên sînor û bendavan, werin Hewlêrê.

Hat diyarkirin ku şanda Bexdayê ji 15 kesan pêk tên û niha li Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê, li gel Wezîrê Navxweyî Kerîm Şingalî di civînê de ne.

Herwiha şandeya Bexdayê dê li gel birêvebirê Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 788 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:20:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x