Şandeke Polîtburoya PDKê serdana Bexdayê dike

Şandeke Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo nirxandina bernameya kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî û lihevkirinên siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ber bi Bexdayê birê ket.

07.08.2023, Pts - 10:38

Şandeke Polîtburoya PDKê serdana Bexdayê dike
Nuçe Belav bike

Şandeke pilebilind a Polîtburoya PDKê bi mebesta pêkanîna çend civînan ligel aliyên siyasî yên di nava Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de serdana Bexdayê dike.

Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji ajansa K24ê re ragihand, di civînê de dê nirxandin derbarê rêkeftinên siyasî yên di navbera her du hikûmetan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, karnameya kabîneya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û reşnivîsa projeyasaya petrol û gazê de bên kirin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî serokatiya şandê dike û her yek ji Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed, Piştîwan Sadiq, Fuad Husên û hejmarek endamên din ên polîtburoyê serdana Bexdayê dikin.

Ev yek di demekê de ye, roja 5ê Tebaxê şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah ji bo gotûbêjkirina derbarê cîbicîkirina yasaya bûdceyê û projeyasaya neft û gazê gihîştibû Bexdayê.

Yek ji mijarên ku ev çend sal in di navbera aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê de dibe sedema nakokiyan, pesendkirina yasaya petrol û gazê ye. Pejirandina projeyasayê di heyama îsal de jî, di nav rêkeftina siyasî ya pêkhênerên hikûmeta niha ya Iraqê de li ser hatiye lihevkirin

K24
Vî nûçeyê tevayî: 645 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:43:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x