Şandeyeke PDKyê dê biçe Bexdayê

Biryar e şandeyeke Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Bexdayê ziyaret bike û naveroka daxuyaniya PDKyê li gel aliyên siyasê yên Bexdayê gotûbêj bike.

19.03.2024, Sal - 17:00

Şandeyeke PDKyê dê biçe Bexdayê
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên Rûdawê, şandeya PDKyê dê peyama dawî ya xwe ya derbarê bicihkirina xalên destûrê û rêkeftnameya hevpeymaniyê ya birêvebirina dewletê bigihîne aliyên Îraqî.

Eger destûr û rêkeftname neyên bicihkirin PDK rijd e ji pêvajoya siyasî ya Îraqê vekişe.

Polîtburoya PDKyê doh bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî civiyabû û piştî civînê di daxuyaniyekê de gotibû:

“Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”

“Em ji birêz Barzanî dixwazin ku ji wê biryarê vegere”

Li aliyê din Serokê Hevpeymaniya Serwerê Xemîs Xencer behsa vekişîna PDKyê ya ji pêvajiya siyasî ya Îraqê kir û got:

"Amajekirina vekişîna ji pêvajoya siyasî, hemû paşeroja welat dixe metirsiyê."

Herwiha Serokê Tevgera Hîkmê Emar Hekîm jî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê daxuyaniya PDKyê peyamek belav kir.

Emar Hekîm got:

"Em ji serkirdayetiya wê partiya niştimanî û dêrîn dixwazin ku pêdaçûnê di vê biryara xwe de bike.

Çavê me li birayê me yê birêz Mesûd Barzanî ye, ji wê biryarê vegere û li ser rêziknameya demokrasiyê ku em bi hevre em tê re derbas dibin berdewam bike

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 166 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:57:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x