Şaxewan Ebdullah: Derbarê cîbicîkirina Madeya 140 de hejmarek biryar hatin dayîn

Cîgirê Duyem yê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah eşkere kir, biryar li ser pêkanîn çend lijneyek ji bo asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê û cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê hatine dayîn.

31.12.2022, Cts - 15:40

Şaxewan Ebdullah: Derbarê cîbicîkirina Madeya 140 de hejmarek biryar hatin dayîn
Nuçe Belav bike

Şaxewan Ebdullah derbarê çalakbûna Lijneya Cîbicîkirina Madeya 140 de ji K24ê re ragihand: “Beşek ji budceya sala 2023yan dê ji bo karûbarên cîbicîkirina madeya 140 were terxankirin, biryar li ser çalakkirina lijneyê hatiye dayîn û serok û hejmarek endamên wê hatine hilbijartin.”

Ebdullah diyar kir: “Helbet heta niha endamên lijneyê bi temamî nehatine destnîşankirin, çimkî têbînî li ser navên destnîşankirî heye. Ji bilî endamên herdemî, nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxwe û Wezareta Çandiniyê, divê di nav lijneyê de hebin, lê belê heta niha nehatine diyarkirin.”

Qerebûkirina xelkê, bi taybetî jî cotkaran, yek ji qonaxên cîbicîkirina Madeya 140 a destûra Iraqê ye û Şaxewan Ebdullah li ser vê mijarê ragihand: “Lijneyek heye ku nûnerên pêkhateyên Kerkûkê tê de beşdar in. Me li ser mijara zeviyan rêkeftin ku ku qerebû bibe bingeh ji bo wan kesan ku di vegerandina zeviyên çandiniyê de ziyanê dibînin.”

Li gor daxuyaniya Şaxewan Ebdullah bo K24ê, di navîna meha Berfanbarê de lijneyek ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve hatiye pêkanîn ku erkê wê ya vegerandina baregehên partiyên siyasî dibe ku piştî 16ê Cotmehê, dest bi ser wan de hatine danîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:19:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x