Serdana Barzanî bo Tirkiyê û bilindkirina alaya Kurdistanê, di medyaya Îranê de deng veda

Danîna alaya Kurdistanê li firokexaneya Ataturk li bajarê Stenbolê di dema serdana Barzanî de, dengek mezin di medyaya Îranê de veda.

27.02.2017, Pts - 10:52

Serdana Barzanî bo Tirkiyê û bilindkirina alaya Kurdistanê, di medyaya Îranê de deng veda
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh çû Tirkiyê. Barzanî dema li firokexaneya Stenbolê ji balafirê peya bû, alaya Kurdistanê li kêleka alayên Iraq û Tirkiyê li pêşiya wî hatibû danîn.

Vê bûyerê dengek mezin di medyaya Îranê de veda. Gelek ajans û malperên îranî nûçeya serdana Barzanî bo Tirkiyê bi vê manşêtê dan: “Tirkiyê bi alaya Kurdistanê pêşwazî li Barzanî kir”.

Malpera Farsnews, ku nêzîkî pasdarên Îranê ye, wiha behsa serdana Barzanî û danîna alaya Kurdistanê kiriye: “Hinek dezgehên medyayî yên kurdî yên Iraqê li ser serdana Barzanî bo Tirkiyê û danîna alaya Kurdistana Iraqê di pêşwazîkirina wî de manor (mezin nîşan dan) kirin!”

Malpera nîv-fermî ya ÎSNA jî bi vê manşêtê nûçeya serdana Barzanî bo Tirkiyê daye: “Serdana taybet ya Barzanî bo Tirkiyê û pêşwaziya taybettir ya Erdogan ji wî”.

Li gorî wê malpera îranî, serdana Barzanî bo Tirkiyê di şert û mercên niha de, nîşan dide ku peywendiyên her du aliyan derbasî qonaxeke werçerxanê bûye, ji ber ku di vê serdanê de alaya Herêma Kurdistanê li firokexaneya Stenbolê hatibû danîn.

Gelek malper û dezgehên din yên îranî behsa serdana Barzanî bo Tirkiyê kirine lê gelek ji wan çavkaniya xwe spartine malperên Farsnews û ÎSNAyê.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1059 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:30:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x